Bîlançoya êrişa sîber a li Lubnanê giran bû: 12 kuştî

Bîlançoya êrişa sîber a li Lubnanê giran bû. Heta niha 12 endamên Hizbullahê di wan teqînan de hatine kuştin. Hizbullahê jî gef xwar ku "dê êrişan li dijî Îsraîlê zêdetir bike.”

Bîlançoya êrişa sîber a li Lubnanê giran bû: 12 kuştî
18 îlon, 2024   15:00

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Fîras El Ebyed ragihand ku heta niha di encama teqandina cîhazên banglêkirinê yên endamên Hizbullahê de 12 kes hatine kuştin û 2 hezar û 800 kes jî birîndar bûne. 

El Ebyed diyar kir ku di nava kuştiyan de zarokekî 8 salî û yekî 11 salî hene.

Her wiha El Ebyed diyar kir ku 750 kes li başûr, 150 kes li Bîqayê û hezar û 850 kes li Beyrûtê birîndar bûne û rewşa ji sedî 10`ê wan giran e.

El Ebyed aşkera kir ku hin birîndar rakirine Sûriye û Îranê.

Wezîrê karên derve û penaberan ê Lubnanê Ebdullah Bû Hebîb jî hişyarî da ku herêm ber bi xetereyeke mezin ve diçe.

Hizbullahê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku sekreterê wê yê giştî Hesen Nesrallah dê pêncşemê daxuyaniyekê bide.

Hizbullah gef xwar ku "êrişên li dijî Îsraîlê bidomîne" û got "Hesab giran e". Lê Îsraîlê heta niha tu daxuyanî der barê tawanên Lubnanê de nedane. Tenê Desteya Weşanê ya Îsraîlê aşkera kir ku Meclisa Wezîran diyar kiriye "nabe tu wezîr daxuyaniyan bidin".

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) aşkera kir ku di encama teqandina amûreke banglêkirinê di erebeyekê de li Kefer Sûse, teqînên din li nêzî Seyde Zeyneb û rojavayê Qelemonê yên Şamê 14 kes birîndar bûne. SOHR`ê destnîşan kir ku teqînên li Şamê bi teqînên li Lubnanê ve girêdayî ne.

AFP`ê jî ku agahiyên xwe ji çavkaniyeke nêzî Hizbullahê wergirtine, diyar kir ku gelek endamên hizbê li Sûriyeyê di teqandina amûrên banglêkirinê de birîndar bûne lê hejmara wan diyar nekir. 

Girêdayî heman mijarê Wezareta Karên Derve ya Fransayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Lubnanê û bang li yên li Lubnanê jî kir ku baldar bin.

Rûsyayê jî êrişa li ser Hizbullahê wek "kiryareke şerê giştî li dijî Lubnanê" wesifand.

(şx)