Çeteyên dewleta Tirk fişarên li ser şêniyên Kaxirê zêde kirin

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo ku sûcên xwe veşêrin, pere teklîfê birîndarên gundê Kaxirê kiriye da ku ji dev ji mafên xwe berdin.

Çeteyên dewleta Tirk fişarên li ser şêniyên Kaxirê zêde kirin
18 îlon, 2024   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê diyar kir ku piştî çend rojan ji êrişa li ser gundê Kaxirê û dorpêçkirina gund, qutkirina înternet û qedexekirina çûn û hatinê, çete fişarê li birîndaran dikin ku bibêjin ew di encama şerê di navbera 2 malbatan de birîndar bûne. Li gorî rêxistinê çeteyan bi vê yekê xwestiye rastiyê veşêrin.

Her wiha rêxistinê destnîşan kir ku serçeteyê "Firqeya Hemzat" ê bi navê Seyf Bûlad duh bi 2 çeteyên Tirkmen re çûye gund û ji birîndaran re 200 dolar pêşkêş kiriye da ku dev ji mafên xwe berdin.

Li gorî rêxistinê çeteyan ji birîndaran xwestiye dîmenan qeyd bikin dema bi wan re diaxivin û bibêjin ew di encama pevçûna malbateke Kurd û yeke Ereb de birîndar bûne.

(şx)