Bi sedan jinan Jîna Emînî bi bîr anî

Bi sedan jin bi boneya salvegera duyemîn a şehîdxistina Jîna Emînî û destpêkirina "Şoreşa Keziyan" li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, meşiyan.

Bi sedan jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Bi sedan jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Bi sedan jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Bi sedan jinan Jîna Emînî bi bîr anî
Bi sedan jinan Jîna Emînî bi bîr anî
18 îlon, 2024   15:06
HESEKÊ

Bi sedan jin li ser bangewaziya Kongra Star a Hesekê bi boneya salvegera 2`yemîn a qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina Serhildana Jin, Jiyan, Azadî meşiyan.

Jinên ji bajarê Hesekê, Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîr tev li meşê bûn û wêneyên Jîna Emînî, alên mor ku "Jin, jiyan, azadî" li ser hatiye nivisandin, hildan.

Meşê ji pêşiya pira taxa Miftî heta Çerxerêya Şehîd Serhed berdewam kir û li wir bi navê Kongra Star Jiyan Hisên axivî û got: "Em silavên xwe yên şoreşgerî ji vir ji qada şoreşa jinan, qada berxwedanê li Rojava ji jinên berxwedêr û têkoşerên li Rojhilatê Kurdistanê re dişînin."

Jiyan destnîşan kir ku Serhildana Jin, Jiyan, Azadî yan jî "Şoreşa Keziyan" berdewam e ku Jîna Emînî çirûska wê pê xistiye.

Endama Koordînasyona Kongra Star Semer El Ebdullah jî bi bîr xist ku kuştina Jîna ne wisa bûyereke ji rêzê bû lê rêgeza berdewam a tundiyê ya baviksalariyê li Îranê ya li dijî jinan bû.

(şx)

ANHA