Bîlançoya erdheja Myanmarê: 3354 mirî

Hate ragihandin ku bîlançoya erdheja li Myanmarê gihaştiye 3 hezar û 354 mirî û 4 hezar û 850 jî birîndaran, her wiha 220 kes jî winda ne.

Bîlançoya erdheja Myanmarê: 3354 mirî
5 nîsan, 2025   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

28’ê Adarê li navenda Myanmarê bi pileya 7.7 erhejeke mezin pêk hatibû, piştî wê bi çend deqeyan bi pileya 6.7 hejînek pêk hatibû.

Dezgehên ragihandinê yên fermî ragihand ku hejmara miriyan bûye 3 hezar û 354, hejmara birîndaran bû 4 hezar û 850 û 220 kes jî winda ne.

Komîsyona Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî duh ragihand ku cûntaya leşkerî ya desthilatdar li Myanmarê alîkariyên mirovahî yên lezgîn ên ku ji mexdûrên erdhejê re hewce dikin li deverên ku ew li dijî desthilatdariya xwe dibîne, kêm dike.

Komîsyonê diyar kir ku ji dema erdhejê ve, wan 53 agahî li ser êrişên cûntaya leşkerî yên li dijî muxalefetê wergirtine. Li gorî Reutersê jî piştî agirbesta 2’yê Nîsanê artêşê 16 êriş pêk anîn.

(bb)