Li Xeza û Xan Yûnisê di êrişên Îsraîlê de 5 kes hatin kuştin

Li Xeza û Xan Yûnisê di êrişên Îsraîlê de bi kêmanî 5 kes hatin kuştin.

Li Xeza û Xan Yûnisê di êrişên Îsraîlê de 5 kes hatin kuştin
5 nîsan, 2025   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku di êrişên îro yên Îsraîlê yên li ser bajarên Xeza û Xan Yûnisê de bi kêmanî 5 kes hatine kuştin û hinek din jî birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku balafireke bêmirov kampa Qetawa ya rojavayê bajarê Xan Yûnisê yê başûrê Xezayê bombebaran kir û di encamê de 3 welatî hatin kuştin û hin din birîndar bûn.

Li gorî WAFA’yê; "Balafireke bêmirov li Xan Yûnisê avahiyek bombebaran kir. Di encamê de welatiyek hat kuştin û hevjîn û zarokê wî jî birîndar bûn."

Heman ajansê diyar kir ku artêşa Îsraîlê bi obîsan jî kolana Sika ya taxa Zeytûn a başûrê rojavahiyê Xezayê topbaran kir û di encamê de jinek hat kuştin.

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê jî li taxa Şucaiyê ya rojhilatê Xezayê malek bombebaran kir û di encama bombebaranê de hin kes hatin kuştin û birîndar bûn. Hate destnîşankirin ku bi obîsan jî bajarê Refeh û herêma Erîba û derdora wê ya bakurê bajar hatin topbarankirin.

(bb)