Bîlançoya erdheja Afganistanê giran dibe: Herî kêm 800 kes mirine

Rayedarên Afganistanê ragihand ku hejmara kesên di edhejê de jiyana xwe ji dest dane 800 kes derbas kiriye û zêdekirî 2 hezar û 700 kes jî birîndar bûne.

Bîlançoya erdheja Afganistanê giran dibe: Herî kêm 800 kes mirine
1 îlon, 2025   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li bajarên Efganistanê yên li rojhilatê welat bi pileya 6.0 erdhej çêbû. Paytext Kabûl jî di nav de gelek herêm bi erdhejê hesiyan.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYA’yê (USGS) da zanîn ku erdhej li nêzî sînorê Pakistanê, 27 km’an dûrî bakurêrojhilatê Celalabadê û 8 km’an di bin erdê de çêbûye.

Berdevkê hikumeta Talîban Zebîhullah Mucahid di civînekê çapemeniyê de ragihand ku di encama erdhejê de zêdetirî 800 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 2 hezar û 700 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Murcahid, li ayaleta Konarê tenê 800 kes mirine û 2 hezar û 500 kes jî birîndar bûne , li Nenkerhar jî 12 kes mirine û 255 kes jî birîndar bûne.

Devera Nurgal ya Kunar devera herî zêde ku ji ber erdhejê zerar dîtiye. Bi dehan şêniyên gundê Wadîrê jî ji bo lêgerîna malbatên winda hewl didin kavilên xaniyên hilweşiyayî rakin.

Li gorî wezareta parastinê jî, ji sibehê ve kelîkopter ji balafirgeha Celal Abad, rabûn da ku alîkariyan pêşkêş bikin û bi dehan mirî û birîndar rakirin.

Rayedarên Afganî hişyar dan ku li herêmên çol û yên dûr xebatên lêgerînê dewam dikin, loma dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

(bb)