Li Efrînê dizî û talankirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Bozikê  yê Cindirêsê girtin ser malên gundiyan û mal û milkên wan talan kirin.

Li Efrînê dizî û talankirin
1 îlon, 2025   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev bi ser gundê Bozikê yê bajarê Cindirêsê de girtin û malên gundiyan talan kirin.
Li gorî rêxistinê, bi dehan çeteyên rûgirtî  bi ser  malê gundiyan de girtin û bi buhaneyên lêgerînê ew neçar kirin ku ji malên xwe derkevin.

Rêxistinê da zanîn ku dema gundî vegeriyan malên xwe dîtin ku zêr, dolar û hemû tiştên buha û milkên yên kesayetî  hatine dizîn..

Li Efrînê ya ku 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, tevlihevî, kuştin, dizî, talankirin, revandin û qirkirina xwezayê dewam dikin. Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hemberî van sûcan bêdeng e.

(ac/bb)