Bîlançoya dawîn a êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: 9 şehîd, 63 birîndar

Di êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên dorpêçkirî yên Helebê de heta niha 9 kes şehîd û 63 kes jî birîndar bûne.

Bîlançoya dawîn a êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: 9 şehîd, 63 birîndar
Bîlançoya dawîn a êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: 9 şehîd, 63 birîndar
Bîlançoya dawîn a êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: 9 şehîd, 63 birîndar
Bîlançoya dawîn a êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: 9 şehîd, 63 birîndar
Bîlançoya dawîn a êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: 9 şehîd, 63 birîndar
8 ÇILE, 2026   13:33
HELEB

Nûçegihanên me yên li taxên dorpêçkirî yên ragihand ku berî demeke kurt 3 sivîlên din di encama topbarana li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de birîndar bûn.

Li gorî nûçegihanan navên birîndarfan wiha ne; Xelîl Hec Mihemed (18), Hemîd Hemo Hibo (70) û Ayda Hemze Osman (12) û di topbarana berdewam a li herêma Şiqêf a bakurê taxa Şêxmeqsûdê de birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Nûçegihanan ragihand ku li derdora herêma Şiqêf û girê Kastîlo topbaran berdewam dike, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersivê didin.