Cengîz Çandar: Li pişt êrişan hêzên desthilata Tirk hene 

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar der barê êrişên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê got “DYA’yê ronahiya kesk ji Tirkiyeyê re vêxistiye û bê guman li pişt van êrişan hêzên desthilata Tirkiyeyê hene. Dixwazin wekî Efrînê Helebê ji Kurdan bidin valakirin.”

Cengîz Çandar: Li pişt êrişan hêzên desthilata Tirk hene 
8 ÇILE, 2026   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlementerê DEM Partiyê Cengîz Çandar der barê êrişên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de ji ajansa me re axivî.

Cengîz Çandar diyar kir ku ev êriş hema piştî hevdîtina Îsraîl û hikumeta demkî ya Şamê ku bi çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çêbû, pêk hatin. Çandar got: “Tê fêmkirin bi şêweyekî DYA’yê ji bo vê êrişê hem ji Tirkiyeyê re hem ji Îsraîlê re ronahiya kesk pêxistiye. Ji bo Tirkiye deng ji tiştên li başûrê Sûriyeyê pêk tê re dernexe, Îsraîl jî deng ji êrişên di bin sîwana SMO’yê de pêk tê deng dernexe. Niyeta wan heye ku wekî Efrînê Kurdan ji Helebê jî derxin. Agahiyên ev qas xeternak hene.”

Çandar destnîşan kir ku bê guman li pişt vê êrişê hêzên desthilata Tirkiyeyê hene û wiha dewam kir: “Divê ev rastî bê dîtin. Jixwe di daxuyaniyên wan de jî ev tê fêmkirin. Vê jî di nava gelê Kurd ê li Tirkiyeyê de kîneke mezin çêkir. Ji bo ev êriş bên rawestandin jî divê tevayî gelê Kurd piştgiriyê bide gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Jixwe DEM Partiyê jî daxuyanî da û çi ji destê me bê em ê bikin. Em hêvîdar in qada navneteweyî jî ji bo rawestandina van êrişan bikeve nava tevgerê.”

(bî)

ANHA