Bi hezaran kes li Kobanê ji bo şehîdên Parîsê meşiyan

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi boneya salvegera şehadeta şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê meşiyan.

8 ÇILE, 2026   13:51
KOBANÊ

Bi boneya salvegera Komkujiya Yekemîn a Parîsê ku tê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz hatin şehîdxistin, şêniyên kantona Firatê li Kobanê meşek li dar xist.

Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û wêneyên şehîdên Parîsê û alên Kongra Star hatin hildan û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî","Bê Serok Jiyan nabe" û "Berxwedan jiyane" berz kirin.

Meşê heta Qada Aştiyê dewam kir. Li wir piştî deqeya rêzgirtinê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl axivî û wiha got: "Ev komkujiyên ku li Parîsê pêk hatin, armanca dijmin armanca têkbirina pêvajoya diyalog û çareseriya demokratîk a doza Kurd û hedefgirtina tevgera jinên Kurd bû. Şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz bi destê MÎT’ê hatin şehîdxistin. Di kesayeta şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz û şehîdên azadiyê de em bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ditewînin û em soz didin em ê şopdarên rêya wan bin.”

Hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer a Kantona Firatê Mistefa Êto jî diyar kir ku ew ê xwedî li mîrasa şehîdên azadiyê derkevin û wiha got: "Şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz têkoşîn û berxwedaneke bêhempa li hember dijmin da meşandin û xeta azadiya jinan ji xwe re kir bingeh. Em jî soz didin ku em ê têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin.”

Meş bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

(sş)

ANHA