Li hemberî êrişên dagirkeriyê biryardariya jinên Tebqayê

Jinên ji kantona Tebqayê diyar kir ku her çiqasî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmê zêde bikin, dê berxwedana xwe mezintir bikin.

Li hemberî êrişên dagirkeriyê biryardariya jinên Tebqayê
14 sibat, 2025   03:55
TEBQA

Jinên ji kantona Tebqayê li hemberî êrişên dagirkirî û qirkrinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê helwesta xwe anîn ziman.

Jina bi navê Emîne Filêc cihê xwe di nobetê paratina Bendava Tişrînê de digire got: "Me li Bendava Tişrînê hevaleke xwe li ber çavên xwe ji dest da, lê dîsa jî em li ber xwe didin, îradeya me naşkê. Em ê li her deverê li ber xwe bidin. Dagirker wê nikaribin îradeya me bişînin."

Jina bi navê Îqbal El Eran jî diyar kir ku ew ji rêya têkoşînê venagerin û dê heya serketinê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin.

Jina bi navê Kewser El Ehmed jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şermezar kirin û got: "Em jin heya têkbirina dagirkeran ji axa xwe em ê tê bikoşin. Her çiqasî dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêma me herêma berxwedan û têkoşînê zêde bike, em ê berxwedanê mezintir bikin."

(bb)

ANHA