Bi wesîleya Roja Jîngehê civînek hat lidarxistin

Desteya Jîngehê ya Kantona Reqayê bi minasebeta Roja Jîngehê ya Cîhanê civînek bi dirûşma "Jîngeha me bangî me dike, em bangê bi cih bînin" li dar xist.

2 hezîran, 2025   15:46
REQA

Bi boneya nêzîkbûna Roja Jîngehê ya Cîhanê (5 Hezîran) civînek bi dirûşma "Jîngeha me bangî me dike, em bangê bi cih bînin" Desteya Çand û Şûnwaran, Dibistana Kewkeb El Tifula ya Malbatên Şehîdan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) civînek li dar xist.

Di civînê de endamê Desteya Jîngehê ya Kantona Reqayê Îbrhaîm Xelef bixêrhatina beşdaran kir, bal kişand ser pêngavên civakî yên bi armanca parastina paqijiya giştî.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kantona Reqayê Arif Muslim jî axivî û got: "Ji bajarê Reqayê ku dilê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em soza xwe li beramberî jîngeha xwe nû dikin ku mîraseyeke hevbeş û berpirsyariya civakî ye. Parastina jîngehê ne vebijêrk e, lê belê erkek e dikeve ser milê me her kesî, ji ber ku av, hewa, ax me tîne gel hev."

Hevseroka Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Besne Mihemed jî wiha got: " Di Roja Jîngehê ya Cîhanê de, em bi hev re pabendbûna xwe ya li hemberî bi gerstêrka xwe re nû bikin û ji xwe bipirsin ka em çawa dikarin axa xwe ji qirêjî û hilweşînê biparêzin. Jîngeha me îro bi pirsgirêkên mezin ji guherîna avhewayê û çolbûnê bigire heya bandorên şer, birîna daristanan û qirêjiya av û hewayê re rû bi rû ye. Li vir girîngiya însiyatîfên civakî yên wekî çandina daran, paqijkirina giştî, kêmkirina bikaranîna plastîkan û belavkirina çanda jinûve zîvirandin û bikaranîna madeyan derdikevin pêş."

Piştî axaftinan helbestên erebî û kurdî li ser girîngiya parastina jîngehê hatin xwendin û ji aliyê xwendekarên Dibistana Kewkeb El Tifule, Desteya Perwerde û Fêrkirinê û SZK’ê şano hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de komên şanoyê û hin deste û komîteyên ku ev civîn li darxistiye, hatin xelatkirin.

(bb)

ANHA