Di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 6 kes hatin destgîrkirin

Di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li dijî madeyên hişbir de li Hesekê 3 û li Reqayê kesek bi tohmeta bazirganiya hişbirê hatin destgîrkirin. Li Qamişloyê jî 2 kes bi gumana xapandin û sextekariyê hatin destgîrkirin.

 Di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 6 kes hatin destgîrkirin
 Di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 6 kes hatin destgîrkirin
 Di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 6 kes hatin destgîrkirin
 Di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 6 kes hatin destgîrkirin
 Di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 6 kes hatin destgîrkirin
 Di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 6 kes hatin destgîrkirin
2 hezîran, 2025   15:44
NAVEDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku li Hesekê piştî operasyoneke şopandinê û lêpirsîneke berfireh, 3 kes bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir destgîr kirine.

Li cem kesên destgîrkirî 8 kîlo nîv heşîş, nêzî 2 hezar tabletên madeyên hişbir (Biogablin, 150 mg), maskeke gazê ya leşkerî û 4 bombeyên destan hatine desteserkirin.

Li Qamişloyê jî di 24’ê Gulanê de 2 kes bi gumana xapandin û sextekariyê hatin destgîrkirin.

Her wiha di 20’ê Gulanê de li Reqayê kesek hate destgîrkirin û 150 gram krîstal û nargîleyek ji bo bikaranîna madeyên hişbir ê pê re jî hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, her şeş kesên destgîrkirî veguhastine Dozgeriya Giştî.