'Bi têkoşîna jinan wê ev pêvajo bi serbikeve'

Jinên Ermenî diyar kir ku ji bo aştî û demokrasî pêk werin divê mafên hemû pêkhateyên li ser xaka Sûriyeyê bên parastin, ji bo serkeftina vê pêvajoyê jî divê jin xebatên xwe xurttir bikin.

'Bi têkoşîna jinan wê ev pêvajo bi serbikeve'
30 hezîran, 2025   07:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Jinên ji pêkhateya Ermenî der barê girîngiya yekirina jinan di vê pêvajoyê de  û tevlîbûna di jiyana siyasî û civakî de  her wiha ji bo serkeftina vê pêvajoyê ji ajansa me re axivîn.

’JIN JI BO AŞTIYÊ TÊ DIKOŞIN’

Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermenî Losnak Kavoriyan diyar kir ku şerê 14 sal e li ser xaka Sûriyeyê didome bandora xwe zêdetir li jinan kiriye û got: "Tevahiya cîhanê ji dengê jina azad ditirse. Armanca jinên Sûriyeyî ew e ku bibin dengê rastiyê û xwe bi xwe rêve bibin. Lê di heman demê de tundî li ser wan tê kirin. Dema rejîma Baasê û niha jî bi hebûna Hikumeta Veguhêz ya Sûriyeê de jî, jin tune hate hesabadin. Di vê pêvajoyê de diyar bû ku jinên Sûriyeyî bi hêz in û dikarin bi têkoşîna xwe di her qadê de cih bigirin û bigihijin aramca ku dixwazin. Jin ji bo azadiyê û aştiyê her tim tê dikoşin."

Losnak bal kişand ser şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi bîr xist ku bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê re jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû qadan de rola xwe ya esasî lîst û gelek destkeftî bi dest xistin.

Losnka di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Tu carî zihniyeta baviksalariyê li hemberî jinê nebe bend. Ji bo serkeftina vê  pêvajoyê pêwîstî bi wekhevî û azadiyê heye."

'JIN NÛNERTIYA CIVAKÊ DIKE'

Rêvebera Yekitiya Jinên Ermenî Sîlda Sîmoniyan diyar kir ku ew di pêvajoyek gelek hesas re derbas dibin, jin bi têkoşîn û berxwedaniya xwe serkeftinên rasteqîn bi dest xistine û di hemû beşên rêveberiyê û civakê de nûnertiya xwe ya bi bandor pêk anîne. Her wiha da zanîn ku di qonaxa pêş de divê jinên Sûriyeyî xwe bi hêztir bikin û beşdariya xwe her qadê de xurt bikin.

’BI TÊKOŞÎNA JINAN WÊ PÊVAJO BI SERKEVE’

Hevseroka Meclisa Civaka Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arif Qasabian diyar kir divê tevahî pêkane beşdarî avakirina Sûriyeya nû bibin û jin di hemû qadan de cihê xwe bigirin.

Arif Qasabian da zanîn ku hîna zehmetî li pêşiyên jinên Sûiryeyê hene û got: " Armanca jinan gelek in û bi saya şoreşa 19' Tîrmehê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  gelek destkeftî bi desat xistin. Jin di vê pêvajoyê de jî bi têkoşîn û berxwedana xwe dikarin bigihêjin armaca xwe."

Arîf wiha got: "Tevî pêşketinan jî, lê ezmûna wan bê asteng nebû, ji ber ku zextên malbatê û civakê dibin sedem  ku hin jinan xwe paşve bikşînin. Lê piraniya wan xebatên xwe domandin. Jin li gorî modela Rêveberiya Xweser tev geriyan, lewma hebûna jinan di pratîkê de bi ser ket."

Arîf destnîşan kir ku ku ji bo aştî û demokrasî pêk werin divê mafên hemû pêkhateyên li ser xaka Sûriyeyê bên parastin û got, ji bo serkeftina vê pêvajoyê jî divê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe xurttir bikin.

(bb)

ANHA