Gundiyan bi hevkariyê pirsgirêka kehrebeyê çareser kir

Şêniyên gundê Sihil ê Tirbespiyê ji bo çareserkirina pirsgireka kehrebeyê bi hevkarî xebat meşand û pirsgirêk çareser kir.

Gundiyan bi hevkariyê pirsgirêka kehrebeyê çareser kir
30 hezîran, 2025   03:45
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Şêniyên gundê Sihil ê bajarê Tirbespiyê bi hevkarî ji bo ku pirsgirêka gundê xwe ya kehrebe û avê çareser bikin, panelên enerjiya rojê danîn. 

Gundiyan destpêkê komek ava kir, ew komîte mal bi mal geriya û heqê panel û alavên din dan hev. Her wiha malbatên ji gund ên li derveyî welat jî piştgirî dayê.

Ji ber ku mazota ji jeneratora gund re dihat kirîn, di dema dawîn de pir biha bûbû û piraniya malên li gund bê av diman. Li ser vê yekê gundiyan biryar da ku li şûna jeneratorê 60 panelên enerjiya rojê deynin.

Hevserokê Komîna Şehîd Dîrok a Sihilê Mihemed Sedîq Sêfo têkildarî mijarê got: “Me ji bo gundê xwe bi şêwazê komînal av peyda kir.”

Sêfo diyar kir ku gundiyên wan bi salan e piştgiriya hev dikin û got: “Ji salên destpêkê ve gundiyên me li kêleka hev in. Hevgirtineke wan jî ku me li ser bîra avê enerjiya rojê danî û gelek feyde da malên gund.”

Sêfo her wiha got: “Para herî mezin a malbatên me yên li derve ye. Piştî projeya me ya enerejiyê bi serkeftî derbas bû, bi rêya pereyê ku wan şandibû, me konê xwe yê sersaxiyê jî temîr kir."

Di dawiyê de Mihemed Sêfo got: “Niha li gundên derdora me jî projeyên enerjiya rojê tê datînin. Ez hêvî dikim ku ev proje zêde bibin.”

ANHA