Jinên koçber: Pêwîst e dawî li dagirkeriyê were anîn û vegera ewle misoger bibe

Jinên koçber ên ji Efrînê ji saziyên mafên mirovan û navneteweyî xwest ku demildest destwerdanê bikin û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rawestînin.

Jinên koçber: Pêwîst e dawî li dagirkeriyê were anîn û vegera ewle misoger bibe
30 hezîran, 2025   05:08
REQA
DÎME MIHEMED

Ligel berdewamkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xelkê Efrînê de, dengê jinên bidarê zorê koçber bûne bilind dibe. Jinan ji saziyên mafên mirovan û navneteweyî daxwaz kir ku demildest destwerdanê bikin, van sûcên rojane bi dawî bikin û vegera şêniyan li warên xwe bi awayekî aştî, misoger bikin.

Qetilkirina ciwanê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo di dema wî nobedariya tabloyên enerjiya tavê ya malbata xwe dikir, mînakeke hovane ya mezinahiya tundiya ku rojane li dijî xelkê Efrînê pêk tê, ye.

Koçbera ji Efrînê ku niha li bajarê Reqayê bi cih bûye Erîfe Hebeş amaje bi berdewama sûcên qetilkirin, revandin û talankirinê kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di pêkanîna sûcên xwe de bêyî rawestandinê, dewam dikin. Hemlwelatî tên girtin û revandin û piştre bi dayîna pereyan tê berdan. Di bin gefa çekê de kiryarên talan û girtinê didomin."

Erîfe ji rêxistinên navneteweyî di serî de Rêxistina UNICEF’ê re daxwaz kir ku van sûcan rawestînin û vegear şêniyan li Efrînê bi awayekî aştiyane misoger bikin.

Li aliyekî din jî koçber Sebah Mihemed diyar kir ku pêwîst e dagirkerî bê bidawîkirin û şênî di bin parastina hêzên xwe de bi awayekî misoger vegerin û got qetilkirina ciwan Mistefa Cemîl Şêxo mînaka herî berbiçav a sûcên dagirkeriyê ye û divê civata navneteweyî ji bo rawestandina van sûcan tev bigere.

Her wiha koçber Firyal Reşo jî got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bêyî cudahî li dijî her tiştî sûc kirine û bang li saziyên navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û van sûcan rawestînin ku hemlwetî vegerin warê xwe.

ANHA