2 meh e karmendên Siwêdayê mûçeyên xwe wernegirtine

Zêdetirî 2 meh e, karmendên Saziya Avê ya Siwêdayê mûçeyên xwe wernegirtine.

2 meh e karmendên Siwêdayê mûçeyên xwe wernegirtine
10 cotmeh, 2025   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Saziya Ava Vexwarinê ya Siwêdayî Musena Ebû Esaf ragihand ku zêdetirî 2 meh e hikumeta veguhêz mûçeyên karmendên saziyê nedaye.

Musena Ebû Esaf diyar kir ku hejmara karmendên saziyê nêzî 2 hezar û 800 û got, ji van 100 karmendên daîmî û nêzî hezar karmendên bi peymanên salane ne.

Rêveberê saziyê destnîşan kir ku mûçeyên mehên Îlon û Cotmehê yên karmendên daîmî nehatine dayîn û karmendên bi peyman jî mûçeyên Tebax û Îlonê wernegirtine. Her wiha got, karkerên rojane jî ji dema êrişên çekdarî yên li ser Siwêdayê ve mûçeyên xwe nestandine.

Musena Ebû Esaf diyar kir ku budceya saziyê tevî mûçeyên karmendan nêzî 2 mîlyar û 600 mîlyon lîreyan e û got, wezareta darayî ya hikumeta veguhêz  dixwaze ku fermana dayîna mûçeyan ji hêla nûnerê berê yê Swêdayê parêzgr Mistefa El Bekur ve be. Ev yek bûye sedema nerazîbûnek mezin di nav xelkên herêmî de.

(bb)