Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nenavendîtiyê dixwaze

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû beşên xwe daxwaza sîstemeke nenavendî kir ku tevkariya adilane mîsoger bike û rêzê bide taybetmendiyên pêkhateyên Sûriyeyê.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nenavendîtiyê dixwaze
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nenavendîtiyê dixwaze
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nenavendîtiyê dixwaze
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nenavendîtiyê dixwaze
4 cotmeh, 2025   02:35
REQA
MIZGÎN

Berpirs û çalakvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza sîstemeke nenavendî kir ku edalet û beşdariya çalak a tevahî pêkhateyan mîsoger bike.

Hevserokê Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê Kedîm Îdan anî ziman ku "Danezana Destûrî" ya ku ji aliyê hikumeta veguhêz ve hat ragihandin neheqiyeke li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkhateyên resen û kevnar in. Ev pêkhate hêvî dikirin piştî rûxandina rejîma navendî ya bi dehên salan welat bi yek rengî, yek alî, yek partî û yek zimanê hikum kir, were guhertin. Me hêvî dikir ku veguherîna piştî rejîmê dê serdemeke nû ya pirrengî û naskirina hemû pêkhateyan bide destpêkirin. Lê danezana destûrî şokek bû. Jin tevî rola xwea pêşeng di qadên siyasî, leşkerî û îdarî de, di danezanê de hatin paşguhkirin. Di demekê de me hêvî dikir ku guhertin bi ciwanan dest pê dike û bi rêya wan serkeftinê çêbibe, lê ew jî hate paşguhkirin."

Kedîm Îdan di dewama axaftina xwe de peyama 10’ê Adarê wekî hêvî û derfeteke rasteqîn a çareseriyeke siyasî ya giştî nirxand ku pirrengiya olî, neteweyî û beşên wê yên siyasî nas bike. Di heman demê de li ser pergala navendî û paşguhkirinê jî hişyarî da û got: "Her çareseriyeke ji derve, bi taybetî ji aliyê dewleta Tirk ve dê aloziyê kûrtir bike, mîna li perav û Siwêdayê rû dan. Li vir daxwaz û mafên pêkhateyên xwecih hatin paşguhkirin.”

Îdan diyar kir ku çareseriya yekane sîstema nenavendî ya federal e ku taybetmendiyên xwecih di ber çavan re derbas dike.

Hevserokê Meclisa Olî ya Kantona Reqayê Îbrahîm El Iwês jî girîngiya girêdana bi nirxên îslamê ve destnîşan kir û hin ayetên Quranê yên ku banga yekitî û hevgirtinê dikin, xwendin.

Iwês anî ziman ku Quran banga wekheviyê di navbera hemû şêniyan dike, cudahiyê naxe navbera spî û reş, nabêje ev Ereb e û ev ne Ereb e.  Iwês diyar kir ku Sûriye ya tevahî Sûriyeyan bi hemû pêkhate, reng û zimanên wê ye, ne ya beşekê yan mezhebekê ye.

Iwês di dawiya axaftina xwe de banga rêzgirtinê li nêrînên hemûyan û beşdariya tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê di avakirina welat de kir.

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê Xilûd Mihemed bal kişand ser girîngiya pirrengî û nenavendîtî û wekî pêdiviyeke esasî ya parastina mafên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pênase kir.

Xilûdê destnîşan kir ku gelê vê herêmê bi salên dirêj ji ber sîstema navendî ya rejîma Baasê êş kişandin û bi bîr xist ku rejîma Baasê gelek pêkhate paşguh kirin, di heman demê de jin ji rol û mafên wan bê par hiştibû.

Xilûd Mihemed di dewama axaftina xwe de anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide mafên xwe yên ji dest hatiye dayîn vegerîn. Her wiha xwest sîstemeke pirrengî ya nenavnedî pêk were ku jiyana azad û aştiyane ya hemû pêkhateyan mîsoger bike û rola rasteqîn a jinan di civakê de vegerîne.

Xilûd Mihemed got, ezmûna salên borî tijî êş û azar bûn, lewra pirrengî û nenavendîtî rêya yakena ya pêkanîna edalet û rûmeta gelan e.

(bb)

ANHA