Bi sedan Sûriyeyî banga beşdarbûna jinan li xebata siyasî kir

Bi sedan Sûriyeyî li Şamê xwepêşandanek li dar xist û tê de daxwaza pergaleke medenî û beşdariya jinan di jiyana giştî û xebata siyasî ya rêveberiya nû li Sûriyeyê de, kir.

Bi sedan Sûriyeyî banga beşdarbûna jinan li xebata siyasî kir
19 kanûn, 2024   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan jin û mêr li qada Umewîn a Şamê kom bûn û daxwaza pêkanîna pergaleke sivîl û beşdariya jinan di jiyana giştî û xebata siyasî ya rêveberiya nû ya li Sûriyeyê de, kir.

Xwepêşandêran diruşmên "Sûriye azad û medenî ye" û pankartên "Ber bi dewleta qanûn û hemwelatîbûnê ve" û "Bêyî jinên azad tu welatekî azad nîn e" hildan.

Karmenda karbes Macîde Muderês a ku beşdarî xwepêşandanê bûye ji ajanseke nûçeyan a Fransî re got, "Em li vir in, ji ber ku em cara yekemîn hîs dikin ku divê tevahî jin û mêr ên Sûriyeyê li vir bin. Cara yekemîn em hîs dikin ku hebûna me heye, diaxivin û li hev guhdar dikin."

Macîde wiha got: "Divê Sûriyeya nû ji hemûyan re be, ev jî mafê me ye. Jin di xebata siyasî de xwedî roleke mezin e û ez her jinekê teşwîq dikim ku nêrîna xwe parve bikin."

Macîde diyar kir ku dê Sûriyeyî li hember her helwesteke dijberî jinan bisekinin û qebûl nakin.

Berdevkê rêveberiya siyasî ya Heyet Tehrî El Şam Ubeyde Arnaût di daxuyaniyeke çapemeniyê de li ser rola jinan di pêşeroja Sûriyeyê de gotibû, "Fîzîkî, xwezaya biyolojî û pîskolojî ya jinan rê nadin ku jin rolekê wekî wezîrên berevaniyê bilîzin."

Li hemberî vê daxuyaniyê welatî, çalakgerên jin û mêr nerazîbûnên xwe nîşan dan.

(mh/fr)