QSDˋê operasyona paqijkirina Meidan bi dawî kir

Navenda Ragihandinê ya QSDˋê diyar kir ku Hêzên Meclisa Leşkerî ya Reqayê operasyona paqijkirina bajarê Meidan û derdora wî bi dawî kir.

QSDˋê operasyona paqijkirina Meidan bi dawî kir
19 kanûn, 2024   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li rûpelên xwe yên fermî daxuyand ku Hêzên Meclisa Reqa ya Leşkerî operasyona paqojkirina bajarê Meidan û derdora wî bi dawî kir, ewlehî û îstîqrar vegerand. Ew operasyon, piştî êrişa vê êvarê ya şaneyên tên gumankirin ku yên girêdayî çeteyên DAIŞˋê, pêk hat.