Ji salona PEˋê ciwanan banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir

Ciwanên enternasyonalîst ketin salona rûniştinê ya li Parlamentoya Ewropayê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Ji salona PEˋê ciwanan banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
19 kanûn, 2024   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên enternasyonalîst li Parlamentoya Ewropayê ya bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiya bêîatiya sivîl li dar xist. Ciwanan bi hilgirtina posterê Rêber Apo û pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re Azadî, li Rojhilata Navîn ji bo çareseriyekî aştiyane azadî- Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rawestînin” û berzkirina dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî ketin hundir û parlamenteran jî bi çepikan piştgirî dan.

Di çalakiyê de danezanên der barê pergala êşkence û qirkirinê ya tecrîda Îmraliyê de hatin belavkirin.

Çalakvanan ev daxuyanî dan:

“Em bang li Yekîtiya Ewropayê dikin ku berpisyariyên xwe yên demokratîk bi cih bîne û rêzê li hemberî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî bigire. Em bang dikin ku sûcên şer ên dewleta Tirk û dagirkeriya wî ya berdewam ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin. Em daxwaz dikin ku zextê li Tirkiyeyê bike û Abdullah Ocalan ku mifteyê diyaloga demokratîk a di navbera gelan de ye bi awayekî fîzîkî serbest bê berdan. Divê şert û mercên ewlehiyê û xebatê were garantîkirin û hemû nûnerên gel beşdarî pêvajoya muzakereyê bên kirin. Bêyî van şert û mercan li Rojhilata Navîn şert û mercên aştiyê nayên afirandin.”