Bi sedan şêniyên kantona Firatê li dijî komkujiyan meşiyan

Şêniyên kantona Firatê li dijî komkujiyan meşiyan û komkujî şermezar kirin.

17 adar, 2025   15:43
KOBANÊ

Şêniyên kantona Firatê, komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li hember sivîlan pêk tîne, bi meşekê şermezar kirin.

Gel li Qada Jina Azad a Kobanê li hev kom bû û li wir dest bi meşê kir. Meşê heta Qada Şehîd Egîd dewam kir.

Li wir berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û diyar kir ku ew ê li dijî êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û tê bikoşin.

Eyşe Efendî da zanîn ku gelê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ`ê tê koşiya û çete têk birin û ev tişt anî ziman: "Gelê Kobanê bi hemû hêza xwe li dijî teror û çeteyên DAIŞ`ê tê koşiya û ew di Kobanê de şikandin. Gelê Kobanê layîqî azadî û aştiyê ye. Dewlet Tirk a dagirker duh li Kobanê komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî. Em wê hovîtiya dewleta Tirk şermezar dikin. Divê êdî her kes rabe ser pêyan û ji dagirkeriya Tirk re bibêje êdî bes e.”

Eyşe Efendî di dawiya axaftina xwe de got: "Em xwedî hêz in, ji ber ku me hêz, bawerî û vîna xwe ji şehîdên xwe girtiye, lewre tu kes nikare me tune bike. Em tu carî bi komkujiyan tune nabin û em ê li ber xwe bidin heta dawiyê.”

Meş bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(sş)

ANHA