Birîna Ronîdayê giran e

Bijîşkan diyar kir ku rewşa Ronîda Ebdo ku di komkujiya li Berxbotanê de birîndar bûye, giran e. Bijîşkan dane zanîn ku rewşa xwişka wê Narînê jî baştir e.

Birîna Ronîdayê giran e
17 adar, 2025   15:32
KOBANÊ

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker şevê din saet 00.40’an li gundê Berxbotan ê Kobanê malbatek bombebaran kir. Di encama êrişê de ji heman malbatê piraniya wan zarok, 9 kes hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Navê şehîd û birîndaran komkujiyê wiha ne: Ahîn Osman (15), Dîclê Osman (14), Dilovan Osman (13), Yasir Osman (6), Saliha Osman (4), Fawaz Osman (2), Avesta Osman (8 mehî), bavê wan Osman Bekel Ebdo (42) û dayika wan Xezala Osman Ebdo (39). Navên birîndaran jî Ronîda (18) û Narîn (9) ne.

Bijîşkên li Nexweşxaneya Kobanê ku li ser tedawiya Ronîda û Narînê disekinin, diyar kir ku rewşa Ronîdayê giran e û got bedena wê bi dijwarî şewitiye û gelek hestiyên laşê wê, mil û piyên wê şikestine.

Bijîşkan dane zanîn ku Narîn ji destê xwe ve birîndar bûye û hin derbe ji sîng û serê xwe xwarine lê rewşa wê baştir e.

(bb)