‘Bi ruhê şoreşa Rojava em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Remziye Mihemed got Şoreşa 19`ê Tîrmehê di heman demê de şoreşa `Jin, Jiyan, Azadî` ye û wê jin bi ruhê şoreşê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Bi ruhê şoreşa Rojava em ê têkoşîna xwe bidomînin’
21 tîrmeh, 2026   07:50
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed li ser hebûna jinan a di şoreşa Rojava de ji ajansa me re axivî. 

Remziye Mihemed di destpêke de got: "Şoreşa 19`ê Tîrmehê bû şoreşa tevahî jinan. Dema ku jinek civak û welatê xwe diparêze hêviyê dide hemû jinan. Jinên ku ji bo bilindahiya civakê dixebitin ji bo jinan dibin nasname. Jin ji hemû aliyan ve tev li şoreşê bûn. Jin bûn bijîşk û mamoste û xizmeta civakê kir. Jinan bi têkoşîna xwe nasnameya şoreşê derxist holê."

Li ser deskeftiyên jinan ên şoreşê Remziyeyê got: "Bi Şoreşê re jin cihê xwe di navendên biryarê de girtin. Li gorî sîstema hevserokatiyê biryar digirtin, bi vê yekê re jinan ji bo siberoja Şoreşê û tevahiya Sûriyeyê biryar digirtin. Sîstema hevserokatiyê derbeyek li dijî zîhniyeta mêr e. Her wiha li gorî çand û nasnameya hemû pêkhateyên herêmê sîstem hate dayîn. Li ser vî bingehî ji bo siberoja herêmê û parastina deskeftiyên Şoreşê proje hatin pêşxistin. Jinên ku biryar da li Rojava bimînin, bi hemû hêza xwe parastina Rojava kir, pêşengî kirin û nûnertiya nasnameya şoreşê kir. Jinan di rêwîtiya xwe ya azadiyê de gelek bedel dan û hemû astengî derbas kirin."

Remziyeyê got jinan parastina herêmê û gel kir û wiha lê zêde kir: "Jinan di şert û mercên herî zehmet de herêm û gel parast û pêşengtî kir. Gelek tecrubeyên jinan nebûn ji ber sîstemeke parastina jin û civakê tine bû. Lê di Şoreşê de me dikarîbû em vê yekê bugherînin û me sîstem û modêleke demokratîk afirand. Di dorhêlên enternasyonel de modêla demokratîk deng veda. Gelek enternesyonelan berê xwe dan herêmê û tev li Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûn. Mîna Lêgerîn, Sara û Hêlîn, wan di eniya pêş a Şoreşê de de cihê xwe girtin û ji bo azadiyê canê xwe feda kir. Ev Şoreşa `Jin, Jiyan, Azadî` ye.”

Têkildarî têkoşîna jinan a li hemberî zîhniyeta malbat û dewletê Remziye wiha axivî: "Zîhniyeta malbatê û dewletê li pêşiya jinan dibû asteng. Jinan pir li ber xwe dida heyanî ku karî ji çarçoveya malbatê derkevin û bixebitin. Jin gelekî xebitîn heyanî ku civakê fêm kir ku rola jinan di şoreşê û rêvebirina civakê de heye. Mînak; Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate avakirin. Bi sîstema parastinê re xebatên dîplomasiyê bi rê ve birin û jinan xwe gihand tevahiya cîhanê û ji hemû aliyan ve nûnertiya şoreşa Rojava kir. Zîhniyeta dewletê bi gelek rê û rêbazan hewl da têkoşîna jinan asteng bike û naveroka Şoreşê vala bike. Ji ber vê yekê fermandar û rêveberên jin mîna şehîd Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Jiyan Tolhildan, Yusra Derwîş û Lêman Şiwêş kirin hedef. Dewletê dixwest vîna jinan bişikîne û gav paşve biavêjin. Lê jinan gav paşve neavêt, li ber xwe da û tê koşîn. Di destpêka pêkanîna sîstema hevserokatiyê de me zehmetî dît, her tim jinan alîkar û cîgirê mêr dibînin. Lê jinan ev zîhniyet qebûl nekir, êdî kar û barên civakê bi rê ve dibirin, proje bi pêş dixistin û pêk dianîn. Ji bo ku em bigihêjin vê astê û projeya neteweya demokratîk biparêzin me gelek têkoşîn kir. Sîstema Baasê zext li jin û civakê dikir, tu girîngî nedida jinan û destûr nedida ku bibe cihê biryarê. Lê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ev rewş guherand û derî ji jinan re vebû ku ji hemû aliyan ve tev li şoreşê bibin."

Remziyeyê li ser rola jinan a di avakirina Sûriyeya demokratîk de wiha got: "Sûriyeyê dest bi pêvajoyeke nû kiriye, dê sîstemeke siyasî ya nû ava bike. Lê di diyalog û xebatên niha de demokrasî nîn e. Zîhniyeta kevn xwe li ser me ferz dike û hebûna jinan paşguh dikin. Jinan ji navendên biryarê dûr dixin. Li hemberî vê zîhniyetê divê em zêdetir tê bikoşin û li ber xwe bidin, ne tenê jinên Kurd, divê ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê bikoşin. Hemû jin li herêmên xwe dikarin li dijî vê zîhniyetê tê bikoşin. Hemû jin dikarin dengê xwe bilind bikin û ji bo xurtkirina têkoşînê bixebitin. Bi vê yekê re em ê zextê li hikumeta demkî ya Sûriyeyê bikin ku destûrê bidin jin bibin xwedî biryar û hebûna xwe biparêzin.”

Di dawiyê de Remziye Mihemed wiha got: "Bi têkoşîn û berxwedanê dê jin li Sûriyeyê hebûna xwe biparêzin, li Sûriyeyê aramî û aştî çêbe, Sûriyeya pirreng û nenavendî ava bikin. Em ê deskeftiyên şoreşa Rojava biparêzin û bi ruhê şoreşa Rojava em ê tê bikoşin.”

(np)

ANHA