Koma şanoyê pirsgirêka zayendperestiyê rexne dike

Koma Şehîd Darsî ya Şanoyê di şanoyên xwe de zayendperestiyê rexne dike û têkoşîna jinan a li dijî zîhniyeta baviksalar tîne ser ziman.

Koma şanoyê pirsgirêka zayendperestiyê rexne dike
Koma şanoyê pirsgirêka zayendperestiyê rexne dike
Koma şanoyê pirsgirêka zayendperestiyê rexne dike
Koma şanoyê pirsgirêka zayendperestiyê rexne dike
Koma şanoyê pirsgirêka zayendperestiyê rexne dike
Koma şanoyê pirsgirêka zayendperestiyê rexne dike
21 tîrmeh, 2026   05:05
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Koma Şehîd Darsî ya Şanoyê sala 2018`an li bajarê Serêkaniyê hate avakirin. Kom ji jinên ciwan pêk tê û di şanoyên xwe de pirsgirêkên jinan tîne ser ziman. Koma Şehîd Darsî girêdayî Beşê Şanoyê ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan e. 

Şehîd Darsî (Fatma Hemo) berî ku şehîd bibe endama koma şanoyê bû, piştre ji komê tev li Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû û Adara 2018`an di berxwedana Efrînê de şehîd bû.

Koma Şehîd Darsî tev li hemû çalakî û festîvala Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê, Şehîd Mîtan û Şehîd Berçem dibe.

Koma Şehîd Darsî şanoyên bi navên Çentê Weso, Pêt û Ar, Tola Keziyê, Şekirê Şor, Gundê Heftreng, Mûm û Çira û Hêviya Dayikê pêşkêş kirine. Di şanoyên xwe de pirsgirêkên civakî û têkoşîna jinan a ji bo mafên xwe tîne ziman.

Endama komê Ezhar Tahir di festîvala Şehîd Yekta Herekol (2023) xelat wergirtiye.

Kom ji aliyê nivîskar û derhêner Fatma Ehmed ve tê avakirin. Fatma Ehmed got hejmara lîstikvanên wan bûye 9 û temenên wan di navbera 18-30 salî de ne.

Her wiha Fatma Ehmed anî ziman ku di şoreşa Rojava de pêdivî pê hebû ku vê komê ava bikin û wiha pê de çû: "Bi rêya şanoyê me xwest em balê bikişînin ser rewşa jinan. Di şanoyê de rê û rêbazên li hemberî jinan didin bikaranîn rexne bikin û hêviya çareseriyê bidin jinan."

Fatma Ehmed diyar kir ku wan destpêkê gelekî zehmetî dîtin û wiha axivî: "Destpêke me zehmetî dîtin lê piştre nêrandina civakê ji pirsgirêka jinan re hate guhertin. Me hemû rê û rêbazên zeyenderest ên civakê rexne kirin.”

Nivîskar û derhêner Fatma Ehmed got xebatên şanoyê yên jinan hîna bi Rojava re sînordar in û nebûye ser asta herêmî û navneteweyî. Di aliyê darayî û çapemeniyê de jî bi wan re nabin alîkar û tecrûbeya jin a şano nayînin ziman.

Koma Şehîd Darsî niha şanoya bi navê `Xeyaleke Min Hebû` amade dike. Di şanoyê de wê rewşa jinên ku ji ber zewacê negihaştina xeyalên xwe, vebêjin.

(np)

ANHA