‘Bi milyonan kezî tên hûnandin’

Jinan di postên li ser medyaya dijîtal de bertekên tund nîşanî qutkirina keziya şervaneke YPJ’ê ya ji aliyê çeteyekî ve nîşan da. Jinan dîmenên hûnandina keziyên xwe parve kirin û got “Li şûna her keziyekê, bi mılyonan kezî tên hûnandin.”

‘Bi milyonan kezî tên hûnandin’
22 ÇILE, 2026   10:40
QAMIŞLO

Çeteyekî girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi navê Ramî El Deheş li bajarê Reqayê şervaneke YPJ’ê şehîd dixe û piştre keziya wê yê hûnandî jê dike. Dîmenê vê hovîtiya xwe jî parve dike. Li hemberî vê yekê bertekên tund derketin pêş.

Jinên ciwan, rojnamevan û çalakvanên jin ên Kurd û dostên wan ên ku YPJ’ê wek xelasiya civakê ji desthilatdariyê û çeteyên hov dibînin, li hemberî qutkirina keziya şervana YPJ’ê  helwestên xwe nîşan dan. Jinan dîmenên hûnandina keziyên xwe parve kirin, li ser dîmenan jî stranên ku balê dikişînin ser şoreşa jinan a Rojava helwesta xwe nîşan da. Li ser heman dîmenan nivîsa “Li şûna her keziyekê, bi milyonan kezî tên hûnandin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Em ê bi wan keziyan dawiya we bînin” dinivîsin.

‘EV KEZÎ DÊ WE BIXENIQÎNE’

Jinên Êzidî ku YPJ’ê ew ji hovîtiya DAIŞ’ê xelas kirine jî kampanyayeke bi navê ‘Ev kezî dê we bixeniqîne’ da destpêkirin. 

Ji ber ku por di baweriya êzidîtiyê de girîng e, xwedî rih û manewiyat e, ev kampanya bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

(sb/b)

ANHA