Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê serdana PYD’ê kir 

Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê serdana PYD’ê kir. Piştî ku şande serdana Kongra Star, Şandeya Kurdî û Daireya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, dê civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê serdana PYD’ê kir 
22 ÇILE, 2026   10:46
QAMIŞLO

Şandeya DEM Partiyê serdana navenda giştî ya PYD’ê kir. Şande ku ji hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, hevberdevkên Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz û Îmam Taşcier, berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan, dayika Aştiyê Asya Tay, rêveberê Komeleya Hiqîqnasan a ji bo Azadiyê (OHD)’ê Mehmet Alî Aslan, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, serokê Baroya Mêrdînê Ehmed Duyan pêk tê.

Hevserokên PYD’ê Perwîn Yusif û Xerîb Hiso, endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, endamên Meclisa PYD’ê Sema Bektaş, Silêman Ereb, Talat Yunis pêşwaziya şandeyê kir.

Hevdîtin ji ragihandinê re girtî didome.

Dê şande piştî hevdîtina bi PYD’ê re serdana Kongra Star, Şandeya Kurdî, Daireya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Piştî hevdîtinan li ser naveroka hevdîtinan dê civînek çapemeniyê li dar bixe.

(bî-jh)

ANHA