Bi hunerê rêwîtiya şervanên YPJ`ê hat vegotin

Nivîskar û derhêner Fatme Ehmed diyar Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) beşek ji nasnameya jinên Kurd e. Fatme destnîşan kir ku hunermend deyndarê fedakarî û têkoşîna YPJ`ê ya ji bo parastina destkeftiyên jinan li Rojava ne.

22 hezîran, 2026   06:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Tevgera Hîlala Zerîn a Rojava ji bo bal bikşîne ser rola YPJ`ê û berxwedana wan û mafên jinan û di destûra nû ya Sûriyeyê de, kampanyayek piştgiriyê da destpêkirin. Di kampanyayê de rêzeçalakiyên çandî û hunerî hatin lidarxistin.

Yek ji çalakiyên herî girîng pêşandanên şanoyê bûn, ku jiyana şervanên jin ên di nava YPJ`ê de, berxwedana wan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê, û destkeftiyên ku jinan di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de bi dest xistine nîşan didan.

Nivîskar û derhêner Fatme Ehmed pêşandanên şanoyê nirxandin û diyar kir ku 2 şano hatin pêşandan, "Pêt û Ar" û "Tola Kezî".

Fatme destnîşan kir ku her 2 pêşandan jî berxwedan û fedakariya jinên Kurd, her weha parastina wan a destkeftiyên ku bi têkoşîna wan hatine bidestxistin, nîşan didin.

Fatme wiha dewam kir "Pêt û Ar" çîrokên şervanên jin ên Kurd ên ku xwe feda kirine ji bo parastina axa xwe, wek Arîn û Barîn, vedibêje. Her wiha diyar kir ku armanca lîstikê ew e ku YPJ`ê bi rêya hunerê were nasandin, rêwîtiya wan, berxwedana wan û ruhê berpirsiyariyê û hevaltiyê ku wan li qadên şer nîşan dane, were nîşandan.

Der barê şanoya "Tola Kezî" de, Fatme destnîşan kir ku ew şoreşa jinan a li Rojava û şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê nîşan dide. Fatma diyar kir ku ew dikeve nav cureya şanoya trajîk û peyama şanoyê ew e ku jinên Kurd ji bo azadî û jiyanek bi rûmet têdikoşin, ne ji bo şer, lê dema ku maf û azadiya wan tê binpêkirin, ew xwe diparêzin.

Fatme destnîşan kir ku hilbijartina YPJ`ê wekî naveroka şanoyê dibe mîna rêzgirtinê ji bo fedekariyên wan û diyar kir ku hunermend "deyndarê YPJ`ê ne" û dixwazin çîrokên têkoşîna şervanên jin bi rêya hunerê vebêjin.

Ev kampanya beşek ji xebatên jinan ên ji bo piştgiriya YPJ`ê pêk hatin. Di 26`ê Nîsana 2026`an de, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava kampanyaya "Em Hemû YPJ ne, YPJ nûnertiya me dike" da destpêkirin, di kampanyayê de çalakiyên cûrbecûr hatin lidarxistin, her wiha daxuyaniyên piştgiriyê ji kesayet û tevgerên jinan ên ji Rojhilata Navîn û deverên cûda yên cîhanê hatin wergirtin.

(k)

ANHA