Şewata li gundê Hisêniyê hat vemirandin

Tîmên Awarte bi alîkariya şêniyan şewata li gundê Hisêniyê yê rojavayê Til Temirê vemirand.

Şewata li gundê Hisêniyê hat vemirandin
Şewata li gundê Hisêniyê hat vemirandin
Şewata li gundê Hisêniyê hat vemirandin
Şewata li gundê Hisêniyê hat vemirandin
21 hezîran, 2026   19:39
HESEKÊ

Tîmên Awarte yên bajarê Til Temirê bi alîkariya şêniyan şewata berfireh a li gundê Hisêniyê yê rojavayê bajêr, piştî hewldanên çend saetan dewam kir, vemirand.

Şewata li gundê Hisêniyê ji ber şert û mercên hewayê û xwezayê herêmê berfireh bû, gihîşt nêzî gundê Um El Mesamîr û rêya Til Temir-Çiyaya Kizwanan bi awayekî demkî qut kir.

Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber şewatê hejmarek alav û amûrên projeyên çandiniyê, şewitîn, zirar bi mal û milkên çandiniyê bûn. Tîmên destwerdêr xetên cudakirinê çêkirin ku agir zeviyên din û malan nede ber xwe.

Tîmên Awarte diyar kir ku bersivdana bilez a şêniyan û beşdariya wan a vemirandinê hişt şewat were dorpêçkirin û zirarên mezintir nebin.

(fr)

ANHA