Li Hesekê 200 donim zeviyên çandiniyê şewitîn

Tîmên Agirkujiyê şewata li zeviyên çandiniyê yên gundê Silêmaniyê yê girêdayî Hesekê vemirand.

Li Hesekê 200 donim zeviyên çandiniyê şewitîn
21 hezîran, 2026   18:44
HESEKÊ

Tîmên Agirkujiyê yên bajarê Hesekê şewata li zeviyên çandiniyê yên gundê Silêmanê yê bajêr vemirand. Şewatê zirar gihand nêzî 200 donim.

Nûçegihana me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ji Tîmên Agirkujiyê diyar kir ku ji ber şewatê 100 donim genim û 100 donim pirêzeya genim şewitîn.

Tîmên Agirkujiyê heta niha nekarîne sedemên şewatê diyar bikin.

(fr)

ANHA