Bi hezaran xwendekar li dijî ambargoyê meşiyan

Bi hezaran xwendekar li dijî ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek li dar xist.

18 kanûn, 2025   15:38
HELEB

Ji hezaran xwendekarên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Peymangeha Şehîd Zozan Yûsif û endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk  bi meşekê amabargoya ku hêzên hikumeta veguhêz li ser her du taxan ferz kiriye, meşek li dar xist.

Di meşê de alên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk, alên "Na ji ambargoyê..Fêrbûn mafê xwezayî ya her zarokakî ye", "Qedeya fêrbûna zarokan sûc e" û "Pêdiviya dibistanan bi germkirinê heye" hatin vekirin. Xwendekaran bîdonên mazotê û depoyên sobeyan jî rakirin.

Meş ji pêşiya Hola Civînan a 8’ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûdê ber bi çerxerêya Şehîd Gulê Selmo ve dest pê kir. Di meşê dirûşmên "Na ji ambargoyê re" û "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê" hatin berzkirin.

Li çerxerêya Şehîd Gulê Selmo daxuyaniyek bi navê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk hate dayîn. Mamoste Selwa Mamo bi zimanê erebî û hevserokê Yekitiya Mamosteyan a herdu taxan Şukrî Mistefa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku berdewama ambargoyê û kêmbûna pêdiviyên sereke wekî sotemenî gefan li jiyana rojane ya şêniyan dixwe. Hate diyarkirin ku beşa ku herî zêde ji ber ambargoyê zerarê dibîne zarok û xwendekar e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber ambargoyê çûna xwendekaran a dibistanan kêm bûye û hate destnîşankirin ku hikumeta veguhêz berpirsa tenduristiya xwendekaran û zarokan e.

Di dewama daxuyaniyê de bang li hikumetê hat kirin ku li gorî peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê tev bigere û ambargoyê rake.

(b)

ANHA