Li Tebqa û Reqayê bibîranîna şehîd Rojbîn Ereb

Bi dehan jinên ji Tebqa û Reqayê şehîd Rojbîn Ereb di salvegera şehadeta wê ya 25`an de bi bîr anî û soz da ku rêya wê berdewam bikin ta ku armancên wê û tevahî şehîdan bi dest bixin.

18 mijdar, 2023   16:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi koordîneya meclisên malbatên şehîdan ên Tebqa û Reqayê ji bo bîranîna şehîd Rojbîn Ereb merasîmek li dar xist. Rojbîn Ehmed di 17`ê Mijdara 1998`an de şehîd bûbû.

Merasîm li Goristana Şehîdan a Tebqayê bi beşdariya endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partî, tevgerên jinan û ciwanan, rûspiyên êlên Tebqayê li dar ket.

Di merasîma li Reqayê de ku li navenda Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li dar ket, endamên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand Jinan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, endam, endamên meclis û komîn, Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.

Di destpêka merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Semîre Hebeş nameya şehîd Rojbîn Ereb xwend.

Şehîd Rojbîn di nameya xwe de wiha nivîsiye: “Jiyan bê jin nabe. Dîroka yekem û jiyana yekem bi destê jinan hatiye afirandin. Ji ber ku wê şadî derxist ser rûyê erdê. Tevî siyaset û kiryayên ji bo tunekirina hêz, ked û cewhera jinan ji dîrokê, lê rêberê me Abdullah Ocalan me ji vê pergala axtapot xilas kir. Rêber Apo, me bi rastiya me, hêza ziman û dil da nasandim. Ji bo ku em mêran ji vê diyardeyê xilas bikin, divê destpêkê em xwe rizgar bikin. Rêber Apo dibêje, ji ber ku jin rola xwe bi awayekî baş nalîze, mêr ji desthilata xwe paşde venakişe. Ev gotin helwesta mêran di roja me ya îro de rave dike. Li beramber wê berpirsyariyên jinan zêdetir dibin.”

Hevseroka Meclisa Rêveber Hind El Elî jî bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê axivî û soza şopandina rêya şehîdan ta ku serkeftinê bi dest bixin û destkefiyên şehîdan biparêzin, da. Her wiha destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan û derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmê dê li qadan bin.

Di merasîma li Reqayê de jî, berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê Reqayê, Sewsen El Xelef axivî û got: “Em şehîd Rojbîn ku li hember rastiya Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiya fedayî li dar xist, bi bîr tînin.”

Sewsen tevahî şehîdên azadiyê mîna şehîd Şaristan Cezre û Dîlan bi bîr anîn.

Dûre endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya Buseyne Ebdo nameya şehîd Rojbîn Ereb xwend.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Rojbîn hate pêşandan.

ANHA