Bi hezaran kamyon amade ne ku alîkariyan bigihînin Xezayê

Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînê  da zanîn ku bi hezaran kamyonên alîkariyê amade ne ku derbasî Xezayê bibin.

Bi hezaran kamyon amade ne ku alîkariyan bigihînin Xezayê
11 cotmeh, 2025   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînê (UNRWA) Endnan Ebû Hesna ji medyayê re got 6 hezar kamyon li ber deriyên Xezayê ne û li bendê ne ku derbas bibin.

Şêwirmend diyar kir ku ajans amade ye ku ji bo çend mehan pêdiviyên alîkariyê ji bo niştecihên Xezayê peyda bike.

Şêwirmendê UNRWA’yê anî ziman ku armanca wan a pêşîn vegera xwendekarên Xezayê li dibistanê ye û got ji ber şer ji sedî 80’yê Xezayê wêran bûye.

(bb)