Piştî topbaranê li Dêrhafirê bê dengî serwer bû ye

Piştî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê herêma Dêrhafir bi dijwarî topbaran kir, îro ji saetên sibê ve bêdengî li herêmê serwer e.

Piştî topbaranê li Dêrhafirê bê dengî serwer bû ye
11 cotmeh, 2025   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hemû eniyên Dêrhafirê ya kantona Tebqa bêdengî serwer bûye. Bi taybet piştî deriyê têketina bajar ê li ser rêya Reqa-Helebê ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hate tobarankirin. Di encama topbaranê de metirsiya ewlehiyê di nava welatiyan de çêbû.

Dêrhafir ev çend car e bi balafirên bêmirov tê bombebarankirin. Di şeva 21’ê Îlonê de li gundê Um El Tîne ya Dêrhafirê komkujî pêk hat, di encamê de 8 sivîl şehîd bûn.

Li eniya gundê El Babîrê jî di encama êrişan de 2 sivîl birîndar bûn. Di êrişên 5’ê vê mehê de jî sivîlek, 3 şervanên QSD’ê û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundir birîndar bûn.

(dc/

ANHA