Bi hezaran şêniyên Firatê êriş û komkujî şermezar kirin

Şêniyên Kantona Firatê êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiya bajarê Sirînê şermezar kirin.

Bi hezaran şêniyên Firatê êriş û komkujî şermezar kirin
Bi hezaran şêniyên Firatê êriş û komkujî şermezar kirin
Bi hezaran şêniyên Firatê êriş û komkujî şermezar kirin
29 ÇILE, 2025   14:12
KOBANÊ

 Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê, xwedekar, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiya duh ya li bajarê Sirînê ji aliyê dewleta Tirk dagirker ve pêk hatî di encamê de 12 şehîd bûn 13 jî birîndar bûn, bi meşeke girseyî şermezar kirin.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir, di meşê de alên YPJ`ê û QSD`ê û  wêneyên Şehîdan û yên komkujiya duh ya li bajarê Sirînê pêk hatî hatin hildan û bê navber  dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bêjî berxwedana QSD`ê û YPJ`ê”, “Berxwedan jiyane” hatin qîrkirin.

Meşê heta Qada şehîd Egîd dewam kir, li wir deqeyek rêz hat girtin, pişte endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Firatê Bekir Hec Îsa axivî û komkujiya ku duh li bajarê Sirînê pêk hatî şermezar kir û wiha got: “Duh li bajarê Sirînê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer li dijî welatiya komkujiya pêk anî. Ji bo ku em dagirkeriy têk bibin emê bi yek destî li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin. Em ji civaka nevdewletî pirs dikin çima xwe bêdeng kirin, êdî divê ji vê bêdengiya xwe derkevin.”

Welatiyê ji bajarê Sirînê Mihemd Receb Mistefa diyar kir ku komkujî li pey komkujiyê li dijî gelê Bakur û Rojilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker pêk tên û wiha pê de çû: “Em van komkujiyên li ser gelê me pêk tên bi tundî şermezar dikin. Vaye duh careke din dewleta Tirk a dagirker kokujiyek pêk anî di encamê de 13 welatî birîndar bûn û 12 jî şehîd bûn.

Meş bi dirûşma “Berxwedan jiyane” bi dawî bû.

(sş)

ANHA