Li Qamişlo Berxwedana Tişrînê hate gotubêjkirin

Di komxebateke Yekîtiya Rewşenbîran Beşdaran bal kişandin ser erka rewşenbîran, siyasetmedar û ragihandinê ku berxwedanan Bendava Tişrînê û sûçên dewşeta tirk dagirker belgebikin.

Li Qamişlo Berxwedana Tişrînê hate gotubêjkirin
Li Qamişlo Berxwedana Tişrînê hate gotubêjkirin
Li Qamişlo Berxwedana Tişrînê hate gotubêjkirin
Li Qamişlo Berxwedana Tişrînê hate gotubêjkirin
Li Qamişlo Berxwedana Tişrînê hate gotubêjkirin
29 ÇILE, 2025   14:07
QAMIŞLO

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê bi sernavê “Erka rewşenbîr, rojnamevan û tevgerên siyasî û ragihandinê li beramberî Berxwedana Bendava Tişrînê” li bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo komxebatek organîze kir.

Li komxebatê rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan amade bûn. komxebat ji aliyê Hevserok Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Enahîta Sîno, her du endamên yekîtiyê Lêkolîner Kurdiyar Dirêî û Rojnamevan Ehmed Mardenlî ve hat birêvebirin û bi deqeyeke rêzgirtin hat destpêkirin.

Piştî pêşandana Sinevizyon e ku behsa girîngiya Bendava Tişrînê dikir Enahîta Sîno axivî û destnîşan kir ku erka wan e ku ew destkeftiyên ku ji şoreşa 19`ê Tîrmehê ve bidestxistine biparêzin û got: nêzî 50 roje li Bendava Tişrînê berxwedaneke bê hempa tê meşandin. Em heta niha nebûne bersiv ji bo rojevkirina berxwedana ku tê meşandin, ji ber vê sedemê jî me ev çalakî birêxistin kir.”

Kurdiyar Dirêî jî da zanîn ku ji sala 2011`an ve yê ku berdêlê herî giran dide gel e, divê rewşenbîr û siyasetmedar xebatê xwe baş û berfireh bike û wiha got: “Divê em dijminê xwe baş nas bikin, li Sûriyeyê hemû şer hatiye rawestandin, li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk êriş berdewam dikin.

Kurdiyar Dirêî diyer kur ku Armanca dewleta Tirk ne tenê têkbirina QSD, dagirkirina Kobanê û Bendava Tişrînê ye, armanca wê pêkanîna projeyên Osmaniya nû û Mîsaqa Milî ye. Divê bi hemleyekê hemû rewşenbîr û siyasetymedar tevlî Berxwedanan Tişrînê bibin.”

Ehmed Mardenlî jî diyar kir ku li Bendava Tişrînê berxwedana gel ji aliyê ragihandina xwichî baş tê şopandin, lê ragihandina derveyî herêmê derbasî wê herêmê nebûne û got: “Beriya niha dema li Baxozê şerê DAIŞ`ê derket, gelek rojnamevanên ku ji çapemaniya derve re kar dikin bi aliyên peywendîdar re ji bo şopandinê şer dikirin û ji bo daxwaza derbasbûna cihê bûyerê daxuyanî didan, niha cihê ku divê herî zêde bê şopandin anku cihê ku gel lê berxwedanê dike Bendava Tişrînê ye û em wan li wir nabînin.”

Ehmed Mardenlî destnîşan kir ku êrişên ku li dijî gel li ser Bendava Tişrînê tên kirin, divê bên belgekirin.

Piştre beşdaran nerînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku li herêmê seferberî hatiye îlankirin, pêwîste her kes di nava seferberiyê de be. Divê kesayetên ku xwe bi pêşengê civakê bi nav dikin bi nasnameya xwe ya siyasî û rewşenbîrî tevlî Berxwedanan Bendava Tişrînê bibin. Pêwîste berxwedan û têkoşîna gel bê belgekirin û neyê winda kirin.

(sb)

ANHA