Bi hevkariyê aloziyên ji ber êrişan çêbûne sivik kirin

Hevkarî û hevgirtina şêniyan bi Şaredariya Gel re, aloziyên di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de çêbûne, sivik kir.

Bi hevkariyê aloziyên ji ber êrişan çêbûne sivik kirin
Bi hevkariyê aloziyên ji ber êrişan çêbûne sivik kirin
Bi hevkariyê aloziyên ji ber êrişan çêbûne sivik kirin
Bi hevkariyê aloziyên ji ber êrişan çêbûne sivik kirin
Bi hevkariyê aloziyên ji ber êrişan çêbûne sivik kirin
24 ÇILE, 2024   03:37
DIRBÊSIYÊ
CAN ILÊWÎ

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê, mîna bajar û navçeyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, stasyona kehrebeyê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de wêran bûn. Ji lew re stasyonên avê rawestiyan. Wek çareserî, şêniyan rêyên din dîtin ji bo ku ava vexwarinê bi dest bixin.

Gelek şêniyên navçeyê, bîrên di nava malên xwe de kirin xizmeta şêniyên din ku sahrîcên Şaredariya Gel avê ji wan bîran li şêniyan belav dikin. Heta ku pirsgirêka stasyonên avê çareser dibe.

Welatiyê bi navê Îsmet Mihemed ê ji navçeyê got: "Vîna me ji êrişên dijminê faşîst bi hêztir e."

Welatiyê bi navê Xelîl Dawûd jî got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya wêrankirina binesaziyê û navendên xizmetguzariyê hewl dide şêniyan koçber bike. Lê belê em ê bi berxwedana xwe planên dijmin têk bibin."

Girêdayî heman mijarê, hevserokê Daîreya Avê ya navçeya Dirbêsiyê Milahet Hiso jî got: "Di encama êrişan de 15 bîr rawestiyan ku av ji 5 hezar malî re dabîn dikirin. Niha derdora 50 hezar kes nikare avê bi dest bixe."

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û bêmirov zêdetirî 80 navend û saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 3 rojan de bombebaran kiribûn. Di encamê de 20 navendên enerjiyê; 11 bîr û stasyonên petrolê, navendeke derxistina kehrebeyê, 7 stasyonên veguhastina kehrebeyê û kargeheke gazê rawestiyan.

(şx)

ANHA