ˊDivê Ereb li dijî şerê qirkirinê yê Tirkiyeyê helwesteke xurt nîşan bidinˊ

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yên Misirî bêdengiya Komkara Dewletên Ereban û hêzên navneteweyî li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li Ereban kir ku helwesteke xurt li dijî van êrişan nîşan bidin.

ˊDivê Ereb li dijî şerê qirkirinê yê Tirkiyeyê helwesteke xurt nîşan bidinˊ
24 ÇILE 2024   02:35
QAHÎRE
MUHSIN EL MISIRÎ

Nivîskarê rojnamevan ê Misirî Ebdunebî Ebdusetar ji ajansa me re wiha axivî: "Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî bakurê Sûriyeyê bê bihane û sedem in, hemû pîvan û qanûnan bin pê dikin. Ev çi hovîtî hêzên Tirkiyeyê ye ku hemû bîrên avê û stasyon ji xizmetê derxistin."

Ebdusetar wiha domand: "Bêdengiya navneteweyî nîşan dide ku ji zû de kêmasî di pîvanên navneteweyî de hene û êdî ev kêmasî di vê dema niha de normal bûne. Mixabin bêdengiya Erebî jî cihê matmayînê ye.

Ebdusetar wiha pirsî: "Ma gelo Sûriye ne endama Komkara Dewletên Erebî ye û qurbaniyên êrişên Tirkiyeyê ma ne xwîna ereb û kurdên ku li hember dagirkeriya Tirk bûne yek in?"

Ebdusetar bêdengiya Erebî bi şermeke mezin wesif kir.

Ebdusetar destnîşan kir ku kiryarên artêşa dewleta Tirk dagirker li dijî bakurê Sûriyeyê heman kiryarên hêzên Îsraîlê yên li dijî Xezayê ne û got: “Tiştê balkêş ew e ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ê ku li hember kiryarên Îsraîlê yên li dijî Xezayê nerazîbûna xwe nîşan daye, bi xwe sivîlên bakurê Sûriyeyê, binesaziya herêmê, stasyonên kehrebe û avê hedef digire.  Di encamê de bi sedan gund û bajarok û hin bajarên mezin bê kehrebe man û zirareke mezin gihîşt stasyonên petrolê.”

ˊÊRIŞÊN BARBARÎˊ

Şîrovekarê siyasî yê Misirî Îbrahîm Şaban jî der barê heman mijarê de wiha axivî: "Êrişên Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê barbarî ne."

Şaban wiha domand: "Tu teror tune ye, lê belê maf hene û divê werin naskirin û nayê qebûlkirin ku siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd bi taybet û li dijî tevahî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava bêdengiya navneteweyî û Erebî de dewam bike."

Şaban wiha li axaftina xwe zêde kir: "Pêwîst e helwesteke Erebî ya xurt li hember van êrişan bê nîşandan û binpêkirina serweriya Sûriye û Iraqê bê bidawîkirin. Tirkiye li gor berjewendiyên xwe tev digere, Ereb û Kurdan li Sûriye û Iraqê hedef digire û serweriya her^du dewletan binpê dike."

Şaban bêdengiya Komkara Dewletên Ereban şermezar kir û got: "Kiryarên Tirkiyeyê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji yên Îsraîlê li dijî Xezayê ne kêmtir in. Têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê ji gelek salan de xurt in, rexne û nerazîbûna Erdogan li dijî kiryarên Îsraîlê jî tenê axaftin in nexasim ku têkiliyên Til Evîv û Enqereyê di warên ewlekarî û aborî de berdewam in."

(mh)