Xelîl El Hilo: Di navbera Îsraîl û Hizbullah de şerekî giştî pêk nayê

Lêkolerê kar û barên siyasî û stratejîk Xelîl El Hilo destnîşan kir ku derketina şerekî di navbera Hizbullah û Îsraîlê de dûr e; ji ber ku rewşên hundir û derve aloziya di navbera herdu aliyan de kontrol dikin.

Xelîl El Hilo: Di navbera Îsraîl û Hizbullah de şerekî giştî pêk nayê
24 ÇILE 2024   05:34
BEYRÛT
RANYA UBÊD

Ji destpêka şerê di navbera tevgera Hemas û Îsraîlê di 7'ê Cotmeha borî de li Xezayê de, bandora wê şerî li herêma Rojhilata Navîn belav bû û hêzên din wek Hizbullah a Lubnanê jî tê de beşdar bûn.

Ji roja yekemîn a şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, Îsraîl û Hizbullah bi awayekî rojane operasyonên cuda li ser xeta sînor pêk tînin.

Şêniyên Lubnanê ji berfirehbûna van operasyonan û derketina şerekî giştî li ser xaka Lubnanê metirsîdar in.

Lê belê lêkolerê kar û barên siyasî û stratejîk Xelîl El Hilo destnîşan kir ku Hîzbillah naxwaze bi Îsraîlê re bikeve şerekî giştî û ji ajansa me re wiha got: "Ew şer dê Hizbullah û ajandeyên wê yên hundirîn lewaz bike, ji ber wê jî ew naxwaze bigihîje asta şerekî giştî."

El Hilo diyar kir ku Hizbullah êrişên xwe lu gor ritmeke diyar pêk tîne, lê ji nêzî mehekê ve rewş hat guhartin û êdî Îsraîl dest bi êrişan dike nexasim hedefgirtina kesayet, baregeh û embarên Hizbullah wek hedefgirtina fermandarê Hemasê Salih El Arûrî di kûrahiya herêma başûrê Lubnanê de û hedefgirtina berpirsên leşkerî yên Hizbullah wek Wîsam El Tewîl.

Her wiha Îsraîl jî bi awayekî rojane bi dehan gundên wêranbûyî wek bajarokên Keferkela û Naqûra ku li hemberê Hizbullah bi rêya pêkanîna nêzî 20 operasyonên rojane berisivê dide.

GELO SENARYOYA ŞERÊ GIŞTÎ LI LUBNANÊ NÊZÎK E?

Der barê senaryoya qonaxa bê de, El Hilo got: “Tirs ew e ku Îsraîl operasyonên berfireh li dijî başûrê Lubnanê pêk bîne, tevî ku Amerîka li dijî vê yekê ye. Ji ber operasyonek wiha dê bibe destpêka şerekî mezin li herêmê. Îran jî naxwaze Hizbullah li ser hesabê Filistînê bê hedefgirtin.”

El Hilo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tenê di rewşekê de Îran dê Hizbullah bixe şerekî, ew jî dema ku bernameya atomî ya Îranê bê hedefgirtin, wê demê bersiv dê ji Lubnanê de û bi rêya Hizbullah be.

(mh)