Pasdaran gefa êrişkirina dijî şîrketên Googel û Apple xwar

Artêşa Pasdarên Îranê bi daxuyaniyekê gef xwar ku ji bo bersivdana pêkanîna sûîqastkirinên nû li dijî fermandarên Îranî ew ê êrişî şîrketên teknolojiyê yên Amerîkayê yên mezin ên wekî Google, Meta, Tesla û Apple bikin.

Pasdaran gefa êrişkirina dijî şîrketên Googel û Apple xwar
31 adar, 2026   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pasdarên Îranê ragihand ku eger serokên din ên Îranî werin "kuştin", ew ê şîrketên teknolojiyê yên Amerîkî yên mezin, wek Apple, Google, Meta û Tesla bikin armanc.

Pasdaran di daxuyaniyekê de got ku "ji saet 16:30 GMT (çarşem), 1'ê Nîsanê pê ve, divê ev şîrket li bendê bin ku ji bo her sûîqestekê li hundirê Îranê yekîneyên wan werin tunekirin."

Di daxuyaniyê de bal li ser lîsteke 18 şîrketan dihewîne hat kişandin û hat gotin ku girêdana wan di kiryarên sûîqastkirinê de heye û hat gotin ku "Em şîretê li karmendên van saziyan dikin ku ji bo parastina jiyana xwe yekser cihên karê xwe biterikînin."

(ac/fr)

ANHA