Li Derayê kesekî bi tawana hevkariyê bi îstîxbaratê re dike hat kuştin

Çekdarên nenas kesekî bi tawana hevkariyê bi hêzên Şamê re dike li bajarê Newa yê gundewarên Derayê hat kuştin.

Li Derayê kesekî bi tawana hevkariyê bi îstîxbaratê re dike hat kuştin
26 cotmeh, 2024   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku çekdarên nenas li navenda bajarê Newa yê gundewarên rojavayê Derayê kesek bi tawana hevkariyê bi şaxê îstîxbarata leşkerî ya hêzên Şamê re dike, bi guleyan kuşt. Li ser paşxaneya kuştinê aloziyek li bajêr çêbû.

Li gorî SOHRʹê, kesê hatiye kuştin di 26ʹê Tîrmehê de di siûqastkirinê re derbas bûbû û birîndar bûbû.

Malpera Dera 24 jî diyar kir ku navê kesê hatiye kuştin Welîd Ebdulkerîm El Nator (Ebû Sîwar) e, wî serkêşiya komeke çekdar a herêmî dikir.

(fr)