El Burhan: Dan û standinên ne li gorî daxwazên gelê Sûdanê nayên qebûlkirin

Fermandarê artêşa Sûdanê xwest şandeya Neteweyên Yekbûyî yekalî be û got her dan û standineke aştiyê ku daxwazên gelê Sûdanê bi cih neyne dê neyê qebûlkirin.

El Burhan: Dan û standinên ne li gorî daxwazên gelê Sûdanê nayên qebûlkirin
4 kanûn, 2023   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfettah El Burhan got her dan û standineke der barê aştiyê de ku daxwazên gelê Sûdanê bi cih neyne, dê neyê qebûlkirin.

Li gorî daxuyaniya Meclisa Serdestiyê, El Burhan duh li paytexta eyaleta Cezîrê Wed Medenî li pêşiya girseyeke leşkeran axivî û got: “Her dan û standineke ku daxwaza gelê Sûdanê bi cih neyne, dê neyê qebûlkirin û çareseriyên ji derve dê li ser me neyên ferzkirin.”

El Burhan bi domdarî got: "Ji bo aştiyeke adilane û daîm, em bi dilekî vekirî çûn diyalogan. Em ji kesên derbasî paytextên cîhanê dibin û îdiaya anîna çareseriyê dikin re dibêjin çareserî li hundir e, divê dan û standin bi gelê Sûdanê re be.”

El Burhan destnîşan kir ku berdewama şerê artêşa Sûdanê ji bo têkbirina Hêzên Piştevaniya Lezgîn e.

Ebdulfetah El Burhan got Sûdan dixwaze bi civata naveteweyî re hevkar be û li ser nûnerê nû yê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û got: “Em nûnerekî ku pişta aliyekî yan jî komekê digere, naxwazin. Ger wisa be jî, çarenûsa wî ji ya Volker Peretz. Em nûnerekî bêalî dixwazin ku rolekê di aramî, ewlehî û yekitiya Sûdanê de bilîze.”

Li Sûdanê ji 15`ê Nîsanê ve şer li Xertûm û bajarên din di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de heye.

Li gorî daneyên NY`yê, di encama şer de herî kêm 1.2 milyon kes ji Sûdanê koçberî welatên derdorê bûne.

(bb)