Bi çavê fermandarê şehîd berxwedana Serzûrî
“Yên dixwazin berxwedana Kobanê nas bikin, pêwîste berxwdana gundê Serzûrî nas bikin.” Şehid Cudî Amed ku fermandariya eniya rojhilatê Kobanê dikir, bi van gotinan behsa berxwendana Serzurî ya bibû destpêka destana Kobanê, kiribû.
Gundê Serzurî 40 kîlometre rojavayê Kobanê, li ser riya Girê Sipî ye. Ev gundê biçuk ê ji 11 malan pêk tê, dema çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê îlona 2014’an de ji sê aliyan ve êrîşî herêma Kobanê kirin, bû hedef. wan. Di 16’ê îlonê de çeteyên hov ên ku ji aliyê Girê Sipî ve bi hejmarek zêde û çekên giran hatin, ev gund kirin hedef.
Hêzên YPG/YPJ’ê ku li hemberî van êrîşan xeta parastinê ava dikirin, bi armanca ewlekariyê şêniyên gundê Serzurî veguhestin herêmên bi ewle. Piştre jî li gund xetek berxwedanê hate avakirin. Ev berxwedan wê piştre bibûya xelek ji destana ku dê cîhanê bihejîne. Desteya lehengiyê ya yekemîn li vê eniyê hat nivîsandin.
Li gund yekîneya ku ji Bawer Efrîn, Berçem Cudî, Berfîn Çiya, Baran Bawer, Ciwan Heval, Gulistan Qendîl, Mizgîn Cudî, Peyman Tolhildan, Rodî Efrîn, Rustem Cudî, Hebûn Kobanê, û Serxwebûn Xerîb pêk tê hebû. Rodî Efrîn û Peyman Tolhildan fermandariya yekîneyê dikir. Dijminên mirovahiyê di êvariya 15’ê îlonê de bi tang û topan, her wiha hejmareke zêde êrîş kirin. Yekîneya ku dê peyama îrade û baweriyê bide hemû cîhanê jî li disbistana gund, rûpelek nû yê dîrokê bi tîpên zêrîn dinivîsandin.
PEYAMA DAWÎ
Şerê dijwar heta êvariya 16’ê îlonê dom kir. Hovên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine, nekarîn bikevin dibistanê. Lê cebilxaneya lehengenên azadiyê xilas bibû. Lewre fermandarê yekîneyê Rodî Efrîn li ser bêtêlê peyama dawî da hevalên xwe û fermandariya YPG/YPJ’ê. “Heval em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û nahêlin dijmin derbas bibe. Em dizanin ku em ê şehîd bikevin, lê em baş dizanin ku yên reya me bidomînin jî dê hebin.”
Piştî vê peyamê 12 têkoşerên mirovahiyê heta dawiyê şer dikin û digihîjin şehadetê.
FERMAN HAT BICÎHANÎN
Fermandarên YPG/YPJ’ê û şervanên azadiyê peyama hevalên xwe yên li Serzûrî wekî fermanek girtin û ji xwe kirin hîmê berxwedanê. Di encama têkoşîneke ku Kurdistan û azadîxwazên cîhanê li heman eniyê kirin yek de, roja 26’yê çileya 2015’an navenda Kobanê ji çeteyan hat papijkirin. Piştî salekê jî tevahiya herêmê ji hemû bermahiyên çeteyan hate paqijkirin û gundê Serzûrî jî hate rizgarkirin.
FERMANDARÊ ENIYA ROJHILAT EW ROJ VEGOTIBÛN
Di dema ku berxwedan berbelav bû û deng veda de, Fermandarê eniya rojhilat a Kobanê Yaşar Dûman (Cûdî Amed) 1’yê Mijdara 2014’an ji ANHA’yê re axivî bû. Cudî Amed di nava nirxandinê xwe de bal kişandibû ser destana li Serzûrî hatiye nivîsandin û lehengiya şervanên azadiyê.
Fermandar Cudî Amed ji bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê ye û yek ji fedaiyên beşdarî berxwedana Kobanê bûne ye. Fermandar Cudî ku li refên herî pêş cîh girt, 16'ê Kanûna 2014'an li Kobanê şehîd bû.
Bi minasebata salvegera destana Serzûrî, em nirxandina fermandarê şehîd, Cudî Amed di weşînin.
"Gelekî zore mirov li ser şehîdan bi axive, ji ber ku îfadekirina rastiya wan zehmet e. Gelek xal hene ku ji bo dîrokê dimînin; qehremaniya ku wan hevalan nîşan daye ev e. Em demeke dirêj bi hevre man, beriya ku şerê Serzûrî dest pê bike, me dijî çeteyên li gundê Ehmediyê operasyon kir. Di wê çalakiyê de Heval Peyman, Berfîn, Berçem û hevalên din ên li gundê Serzûrî li ber xwe dan hebûn. Hevalê Çiya jî hebû. Çeteyan çekên giran bikar di anîn, lê hevalan dudilî jiyan nekir û nesekinîn.
Piştî wê çalakiyê çeteyan êrîşî Serzûrî kirin. Seat 10`ê êvarê êrîşa çeteyan dest pê kir. Hevalan agahî dan fermandariyê ku dijmin êrîşî wan kiriye. Ji ber ku wê demê êrîş li seranserê eniya rojhilat hebûn, me nikaribû hêzeke piştgiriyê ji wan re bişînin. Wan hevalan heya ber destê sibehê liber xwe dan. Hevalê ciwan ji wan re cebilxane bir û tevlî wan bû. Destê sibehê em ji bo piştgiriya wan çûn, lê me nekarî xwe bigihanda wan. Dijmin derdora wan girtibû û herî zêde bi tangan êrîşî wan dikir. Ne ku çete zêde xurt bûn ku dor hevalan bigirin, teknîka wan pêşketî bû. Li hember wê jî hevalan li ber xwe dan. Di kesayeta wan de eşqa berxwedanê hebû û bi wan re jiyan dikir.
‘ME JI DENGÊ WAN HÊZA TOLHILDANÊ GIRT’
Ez bi riya bêtêlê bi wan hevalan re axivîm, min ji wan moral girt. Ber destê sibehê birîndarek wan çêbû, lê wan tenê cebilxane dixwestin û wisa heya seat 12.00`an li ber xwe dan. Hevalê Ciwan bi şev şehîd ket. Hevala Berçem jî şehîd ket. Hevalê Rodî jî tevlî wan bû. Hemû heval li ser bêtêlê bi me re axivîn. Her yekî ji wan digot, ‘silavên me li hevalan bikin’. Hevalê Rodî got: “Min bombeya xwe vekiriye ez li benda dijmin im ku bê, em ê lê bidim.’ Wê demê dijmin ketibû taqa li jêr wan. Me wê demê ji hev re got ‘eger şehadeteke mirov hebe bila mîna ya van hevalan be’. Wan hevalan digotin ‘Bila baweriya we bi me hebe, silavên me ji hevalan re bêjin. Hêza Rêber Apo mezine û çavkaniya hêzê ye’. Hemu heval wê demê digiriyan. Bi dengê wan hevalan me hêza tolhildanê girt. Dawiyê hevalan bombeyên xwe bi xwe de teqandin. Wexta ku fedayîdî pêwîst kir ew fedaî bûn. Wan zû fêm kir û pêk anî.
Di berxwedanê 5 heval ji Kobanê bûn. Xwedî cesaretek mezin bûn; bi taybetî Heval Peyman, Berfîn, Berçem, Mizgîn û Gulistan qasî serê derziyê dudilî nebûn. Di jiyana xwe de jî wisa bûn. Dema amadekariya çalakiyekê dihat kirin, yekem kesên ku xwe pêşniyar dikirin ew bûn. Her pênc heval di taximekê de bûn, bi rastî jî di jiyanê, di warê berpirsyartî, disiplîn, hevaltî û nêzikatiyê de mînak bûn, dilnizim bûn. Te çi ji wan re gotiba nedigotin ‘na’. Bi taybet Heval Mizgîn tevî ku di aliyê fizîkî de zehmetî dikişandin jî, bi israr bû. Me pir caran xwest wê ji wir derxînin, lê qebûl nedikir ku hevalên xwe û berxwedanê terk bike. Dema helwesteke wisa nîşan dan ez jî pê bi bandor bûm.
‘QEHREMANÊN JIYAN DIKIN’
Heval Peyman jî bi heman rengî bû, beriya berxwedana Serzûrî kurê xaltiya wê Heval Şiyar şehîd ketibû. Lê bi nêzîkahiya ‘Bila cihê min vala nemîne” tevgeriya û neçû sersaxiyê jî. Ji bo van hevalan mirov bi rastî jî dikare bêje ‘qehremanên jiyan dikin’. Gelek caran piştî şehadetê gotina qehreman tê bikaranîn, lê ew heval di jiyana xwe de qehreman bûn. Tu çi nav li wan bikî jî têrî nake.
Heval Berfîn fermnadara taximê, Heval Peyman a tîmê bû. Heval Mizgîn jî wisa bû. Di nava wan de ya herî ciwan Heval Gulistan bû. Dema tevlî bû tecrubeya wê ya şer nebû, hêdî hêdî fêr bû û em hemû li beramberî pêşketina wê matmayî man. Bû hevala me ya jiyanê. Dema dijmin êrîş dike û dora wan digire, heta dawiyê şer dikin. Hemuyan bi hev re biryar girt ku vê çalakiya fedayî pêk bînin.
‘BI RÊYA BÊTÊLÊ PEYAM DAN’
Beriya çalakiyê Hevalê Rodî li ser bêtêlê bi me re axivî û got, ‘Em dizanin ku em ê şehîd bikevin, lê em baş dizanin ku yên riya me bidomînin dê hebin.’ Di wan kêliyan de wana dengê çeteyan ji nêz ve dibihîst û tangên çeteyan jî berê xwe dabû wan. Lê wan hevalan ji eşq û girêdana xwe yek gav venegeriyan. Bi wê nêzikatiyê diçûn şehadetê. Heval Peyman, Mizgîn, Berfîn û Gulistan şopînerên wî bûn. Heval di qata jor a dibistanê de bûn, çete li ya jêr bûn. Di dawiyê de dijmin ew dibistan hemu hilweşand ku wan hevalan îmha bikin. Hevalan ji bo ku bi destê çeteyan neyên şehîdxistin, bombeyên xwe yên destan bi xwe de teqandin. Bi rastî biryarek wiha ne hêsan e. Tu însan nikar bi hêsanî wê biryarê bigire. Tenê însanên girêdayî dikarin bi biryarek wiha zindî bimînin. Însanên ji bo gelê xwe armancekê têdikoşin dikarin vê biryarê bidin.
‘PÊŞENGÊN GELAN WIHA NE’
Tişta ku mirov ji vê yekê derxîne ew e ku bi rastî jî ev berxwedan ji bo dozeke mafdar, exlaqî, mirovî û edaletê ye. Pêşengên gelan wisa ne, em ji bo dozeke wiha û avakirinê xwe feda dikin. Yên din jî ji bo tunekirin û xerakirinê xwe diteqînin. Ferqa me e ve, êdî her kes dizane ku doza me raste.
Ciwan fermandarê taximê bû, di gelek şeran de cîh girt û hêz jê dihat girtin. Bi moral û tevlîbûna xwe ya jiyanê dihişt ku tu hêz bigirî û ji xwe re mînak bigirî. Me hêzek mezin ji wan hevalan digirt, bi taybetî Heval Berfîn wisa bû. Gulistan û Berçem şervanên nû bûn û dixwestin her li pêş bin. Serxwebûn jî fermandarê taximê bû, beriya Serzûrî ji destê xwe birîndar bibû.
Mirov ancax dikare qehremanên mîna wan binivîse. Em soz didin ku heta sax bin xeta wan bidomînin û bi hêz bikin.
‘HESTÊN MIN DIHERIKÎN’
Ez bi xwe jî li gel wan hevalan mabûm, minperwerdeyên demdirêj dan wan û demên dirêj bi wan re derbas kirin. Hastên min diherikîn, ez bi xwe jî di çalakiyê de bûm, li gelek alî û nuqteyan êrîş giran bûn. Em ber bi destê sibehê ve gihîştin wan hevalan.
Esas yê ku bixwazin berxwedana Kobanê binase pêwîste berxwedana gundê Serzûrî binase û vekolîne. Pêşketinên ku piştî wê qewimîn, çavkaniya xwe ji wir digirin. DAIŞ’ê li wir bi kîn êrîş dikir, ji ber ku wan bawer nedikir ewqas berxwedan ji vê erdnîgariyê û zarokên vê axê derkevin; vê berxwedanê tirsek di dijmin de afirand.
‘DIVÊ WERE NIVÎSANDI’
Ji jiyan û kesayeta van hevalan pêwîste desteneyek were nivîsîn. Sed sal jî derbas bibin pêwîste gelê me şehîdên gundê Serzûrî nas bike û wan hevalan di dîrokê de zîndî bike. Hebûna wan hevalan destaneyek bû. Hinek ji wan şeşrvanên nû bûn, lê sekna wan fedîbûneke mezin di kesayetên din ên şikestî û bê hêvî de çêkir. Em zêde ne layiqî vê berxwedanê ne. Ew heval hemû birîndar bûn, bi rastî jî me dixwest di dema xwe de tedbîr bigirin û wan hevalan ji gund derxînin. Ya rastir îmkanên wan hevalan hebû ku derkevin, lê tevî ku hemû birîndar bûn jî, di sekna xwe de bi îsrar bûn. Herî dawiyê li ser bêtêlê xatir ji hevalan hemuyan xwestin. Wê demê bi rastî ez li hember berxwedana wan bê çare mam. Çeteyan bi tangan êriş dikir û agir jî berdan dibistanê, lê wan morala ku diviyabû me bidaya, dida me. Wesiyet kirin û gotin, ‘bê moral û çare nemîniin. Xwîna me dê tucarî li erdê nemîne, em ji vê piştrast in’. ev rastî dizanîbûn û li ber xwe dan. Sekna wan a jiyanê bi rastî jî bilind û bi wate bû. Wan şoreş jiyan dikir. Me ji wan û bi taybetî ji Hevalê Rodî moral digirt. Gotina wan a dawiyê ez tucarî jibîr nakim. Weke guharekî di guhê min de ye. Dema alîkarî xwestin û xatir xwestina wan em êşandin. Tiştê ku me li ser piyan dihêle îro hevaltiya me bû. Wan dizanibû ku berxwedana wan dê bibe navnîşana berxwedana Kobanê. Di jiyana xwe ya şoreşgertiyê de ez ê her vê bi bîr bînim".
(zs/a)
ANHA