Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî sersaxî da şehîdên girtîgeha Kobanê û got dest bi lêpirsîneke berfireh û şefaf ji bo aşkerakirina hûrgiliyên bûyerê û cezakirina sûcdaran hatiye kirin.

Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê
14 îlon, 2026   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî îro sersaxî da şênî û malbatên 9 girtiyên di girtîgeha Kobanê şehîd bûne.

Ebdî li ser X’a xwe di nivîsekê de got, aliyên eleqedar dest bi lêpirsîneke berfireh û şefaf ji bo aşkerakirina hûrgiliyên bûyerê û cezakirina sûcdaran kiriye û wê encamên lêpirsînê bi zelalî werin ragihandin.

Ebdî diyar kir ku ji bo bûyerên wiha dubare nebin pêdivî bi aktîvkirina rola saziyên dadwerî, ewlehî û pêşxistina hevrêziyê di navbera wan de heye ku serweriya yasa misoger dike, mafên sivîlan, girtî, ewlehiya Kobanê û aramiya wê diparêze.

(f)