Însiyatîfa Gel û Meclisa Dirbêsiyê banga mîsogerkirina perwerdeya bi kurdî kir

Însiyatîfa Gel a bajarê Dirbêsiyê û Meclisa Gel a bajêr bang li hikumta veguhêz kir ku biryara sînordarkirina zimanê kurdî betal bike.

Însiyatîfa Gel û Meclisa Dirbêsiyê banga mîsogerkirina perwerdeya bi kurdî kir
Însiyatîfa Gel û Meclisa Dirbêsiyê banga mîsogerkirina perwerdeya bi kurdî kir
Însiyatîfa Gel û Meclisa Dirbêsiyê banga mîsogerkirina perwerdeya bi kurdî kir
Însiyatîfa Gel û Meclisa Dirbêsiyê banga mîsogerkirina perwerdeya bi kurdî kir
15 îlon, 2026   17:21
HESEKÊ

Însiyatîfa Gel a bajarê Dirbêsiyê û Meclisa Gel a bajêr bi beşdariya endamên saziyên sivîl û meclisan daxuyaniyek  da.

Daxuyanî li ber avahiya meclisê da ji aliyê endama Meclisa Bajar Sêvîn Şêx ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zimanê Kurd ne madeyeke ku di çend saetan de were sînordarkirin, lê nasnameya gel, dîrok û bîra nifşan e.

Di daxuyaniyê de biryarên ku mafê gelê Kurd ê perwerdeya bi zimanê dayikê biçûk dixin, hatin redkirin. Hate destnîşankirin ku gelê Kurd ji bo azadî û rûmetê û mafên xwe şehîd dane.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, zimanê kurdî mafekî resen e û ne sedeqe an jî îmtiyaz e ku ji dest were dayîn. Her wiha hate gotin, sînordarkirina dersdayîna zimanê Kurd bi çend saetan biçûkxistina mafên çand û zimanî ye.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta veguhêz hat kirin biryarê betal bike, rêzê bide tevahî mafên gelê Kurd û mafê perwerdeya bi zimanê kurdî di destûrê de mîsoger bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, dê bi rêbazên aştiyane û demokratîk parastina zimanê kurdî bidomînin.

(bb)