Festîvala ‘Çand-Xula Helbestê’ di roja 3’yemîn de bi dawî bû

Festîvala 1ʹemîn a ‘Çand-Xula Helbestê’ bi xelatkirina 6 helbestên herî baş, bi dawî bû.

15 îlon, 2024   20:46
QAMIŞLO

Festîvala 1ʹemîn a ‘Çand-Xula Helbestê’ a bi dirûşmeya ‘Helbest Stêrka Wêjeyê ye’ li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo, bi tevlêbûna endam û rêveberên Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demoktîk (TEV-DEM) siyasatmedar, hunermend, rewşenbîr, keseyetên navdar û gelek kesan di roja sêyemîn de, bi xelatgirtina 6 helbestvanan bi dawî bû.

Festîval di roja xwe ya dawî de piştî deqeyeke rêzgirtinê bi xwendina helbestan bi rê ve çû.

Helbestvan Fewaz Reşo, Mişêl Osman û Şêrzadat Mihemed Letîf helbestên xwe yên bi zimanê Kurdî (Zaravayê Kurmancî) pêşkêş kirin.

 Helbestvan Ebdulcabir Hebîb, Ehmed Ciwêl, Ebdulbarî Ehmê û Feyrûz Reşik jî helbestên xwe yên bi zimanê Erebî xwendin.

Piştî xwendina helbestên roja sêyemîn, hevserokên Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ebûd Mexso û Anahîta Sîno di axaftina dawî ya festîvalê de spasiya beşdaran û yên ku kedên wan a lidarxistina festîvalê de çêbûn kirin.

Der barê bîyografiya Komîteya Nirxandinê ya festîvalê de ku ji 6 kesan pêk dihat sînevîzyonek hat pêşandan.

Her wiha piştî ku derbasbûna feslê xelatdayînê pêk hat, malbata helbestvan Lorî Tildarî xelata festîvalê wergirt. Di heman demê de ji mêvanê festîvalê Salihê Heydo û rexnegir Abdulwehab Pîranî û Xalis Misewir re jî xelat hat dayîn.

Di dawiya festîvalê de piştî ku ji 62’ helbestên (40 bi zimanê Kurdî û 22 Erebî) ketibûn pêşbirkê de, 6 helbestên herî baş hatin aşkerekirin.

Di beşa helbestên zimanê Kurdî de helbestvan Diyala Elî bi helbesta bi navê “Nameya Girtiyekî” bû yekemîn, Fatme Eto bi helbesta “Îşev Were” bû duyemîn û Aras Qasim jî bi helbesta “Hew” kete rêjeya sêyemîn.

Di beşa helbestên zimanê Erebî de jî; Feyrûz Reşik bi helbesta bi navê “Melî a Bil Heyat” bû yekemîn, Ebdurehman Mihemed bi helbesta “Busile li Cîhet Semîne” bû duyemîn û Ebdulbarî Ehmê bi helbesta “Mezad Elenî li beqayê El Weten” jî bû sêyemîn.

Piştî ku xelatên helbestê gihîştin xwediyê xwe, festîval bi dawî bû.

Hin helbestvan ji ber ku di festîvalê de ne amade bûn, helbestên wan bi deng hate guhdarkirin û xelat li ser navê yên ku ketin rêjeyê de hatin dayîn.

(bm)

ANHA