Li Duisburgê qetilkirina Sîpan Hiznî hat protestokirin

Li Duisburgê qetilkirina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan Hiznî û şewata girtîgeha Kobanê ya ku 9 kesan jiyana xwe ji dest da hat protestokirin. Di çalakiyê de banga ronîkirina êrişan û darizandina berpirsyaran hat kirin.

Li Duisburgê qetilkirina Sîpan Hiznî hat protestokirin
14 îlon, 2026   23:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Meclisa Gel a Duisburgê ya Almanyayê gelek Kurdistanî ji bo protestokirina qetilkirina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan Hiznî û şewata ku li girtîgeha Kobanê li ber Îstasyona Navendî ya Trênê ya Duisburgê hatin ba hev. Di çalakiyê de alên Tevgera Azadiya Kurd û pankart û dawîzên ku bal dikişînin ser êrişên li dijî Rojava hatin hilgirtin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi zimanê almanî têkildarî geşedanênli Rojava û provokasyonên demên dawî agahî hat dayîn.

Hevserokê FED-MED’ê Ehmed Kobanê di çalakiyê de axivî û bal kişand ser qetilkirina Sîpan Hiznî û şewta girtîgeha Kobanê ya ku di encamê de 9 kes şehîd bûn. Kobanê banga lêkolînkirina bûyeran û darizandina berpirsyaran kir.

Di çalakiyê de pankart bi nivîsên “Die Morder mussen gefunden werden”, “Divê qatil werin dîtin”, “Defend Rojava”, “Ji Rojava re Azadî” û “Stoppt Massaker in Rojava” hatin hilgirtin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî yekitiya gelê Kurd” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.