Rêber Abdullah Ocalan: Divê hûn sêhra Jin-Jiyan-Azadî bidomînin

“Kengî jin û jiyan ji jinbûn û jiyanbûnê derketin şert û mercên civakbûnê jî hildiweşin. Eger vê rastiyê ji hev dernexin û bikevin ser riya azadiyê wê nikaribin bi rola xwe rabin. Kesên xwe azad nekiribin wê nikaribin kesên din azad bikin. Divê hûn dîsa jî hînkirin û temsîlkirina formula sêhrdar a Jin-Jiyan-Azadî bidomînin.”

Rêber Abdullah Ocalan: Divê hûn sêhra Jin-Jiyan-Azadî bidomînin
16 îlon, 2024   02:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

 Di ser serhildana “Jin Jiyan Azadî” ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kiribû û li cîhanê belav bû re, 2 sal derbas bûn. Mijara azadiya jinê ku niha bûye yek ji rojevên sereke yên cîhanê, dahurandinên Rêber Abdullah Ocalan û rêya çareseriyê ku wî nîşan daye, hîn zêdetir derxistiye pêş.  Nexasim gotinên jin û jiyan, azadî ji van nirxandin derketin û belav bûn.

 Bi minasebeta salvegera serhildanê, em beşek ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên salên 1989, 1994-95-96-98, hevdîtinên li Îmralıyê yên sala 2013’an û paraznameyên bi navê, “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” û “Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/ Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” diweşînin.

 ‘JIN PARÇEKE BINGEHÎN Ê JIYANÊ YE’

 “Ez her tim dibêjim; ‘Jin parçeyeke bingehîn a jiyanê ye.’ Lê divê jê piştrast bike ku ne tenê parçeyeke objektîf be, divê kirdeyeke hişmend û biryardar be jî. Lewma jî em tenê ji bo we çareseriyekê danaynin, hemû civak di vê mijarê de bi xurtî hewcedarê rizgariyê ye. Hûn pêşengên rizgariya di vî warî de ne. Peywir gelekî ferzkirî ne, divê hûn gelekî bala xwe bidinê. (ji nirxandinên Nîsan 1989)

  “….Navê wê li cem me çi ye? Jiyan! Te ew veguherandiye çi? Mirin, têkçûn! Divê ev bê guherandin. Divê hûn serkêşiya vê yekê bikin, ne wisa? Bila mêr bibin heyranên we. Divê ew qas têkiliyên we hebin heta ku hûn bikarin çend şeran bi ser bixin û bikarin vê yekê bi rê ve bibin. (Ji nirxandinên 25’ê Hezîran 1994’an)

 “Piraniya we gelek caran van hevokan dibêjin; ‘Em hê nû dest bi naskirina jiyanê dikin, meseleya hestan hê nû tê fêmkirin.’ Ê ka hûn ew qas hestewar bûn, ka we ew qas navê xwe kiribû ‘jin-jiyan?’ Hûn nûnerên kîjan jiyanê bûn? Çima hê nû hûn dest bi naskirina hin hestên mezin dikin? Ma pir dereng nîn e? Ma ev ne şopandina jiyanê ya derengmayî ye? Kesên hestên wan ev qas paşvemayî û tevlihev, çi qasî dikarin polîtîk bibin? Çi qas dikarin bibin xwedî pratîkeke saxlem? Di wateya kevneşopî de jinbûn ne tiştekî baş e. (Ji nirxandinên 9’ê Sibat 1995’an)

 ‘TU KESÊ TIŞTEK JI JIYANÊ FÊM KIRIYE?’

 “Ji van hevalên me kî dixwaze bijî? Dema ku mijar xwe-jiyîn be, gelekî jê hez dikin. Lê ez dibêjim kî dikare bibe xwediya jîyana rastîn, deng ji kesî dernakeve. Divê em hin tiştan çareser bikin. Ji we kesekê navê xwe kiriye Jiyan? Çend Jiyan hene? Kesî tiştek ji jiyanê fêm kiriye? ‘Jin û jiyan’ bi hev ve girêdayî ne.”  (Ji nirxandinên Gulana 1995’an)

 “Divê em bibêjin ku di serî de em vê hêviya mezin deyndarê van şehîdên qehreman in. Dîsa di serî de li cem me jiyan jî bi navê jinê tê naskirin. Di van rojan de xweşewitandina çar keçên Kurdistanê jî heye. Zekiye, Rahşan, Bêrîvan û Ronahî navên herî mezin in ku "jin" veguherandiye "jiyan"ê. Jin ji her demê bêhtir cihê xwe di nava vê têkoşînê de wek parçeyek xurt a jiyanê dibînin. Bêyî ku van şehîdên jin ên qehreman, van şehîdên Newrozê yên mezin, van biryarên xurt ên jiyanê silav bike,

ne pêkan e ku mirov jiyanê fêhm bike û edaletê pêk bîne.” (Ji nirxandinên 21’ê Adara 1996’an)

 “Di dîroka gelê me de peyva jin û jiyan heman e. Lê belê dema em ber bi roja me ve tên, bûne du peyvên herî dijber. Em vê ferqa mezin dîsa digirin. Ango em êdî ‘Jin û Jiyanê’ dikin yek. Ev pêşketineke baş e. Ez bi boneya vê rojê vê pêşketinê li hemû jinan pîroz dikim û serkeftina domdar ji wan re dixwazim. (ji nirxandinên 26’ê Sibata 1998’an)

 ‘EGER DÊ JIYAN HEBE WÊ BI JINAN RE ÇÊBIBE’

 “Bala xwe bidinê, ev keçik hinekî din li jiyanê tên. Jixwe "Jin-Jiyan" li cem me di heman wateyê de ne. Di rastiya me de jin û jiyan bi heman peyvê tên binavkirin. Rastiya me ya neteweyî, rastiya me ya jin û jiyanê bi hev re tên nirxandin. Lê wekî ku hûn jî dibînin, eger îro du peyvên ku herî zêde ji hev qut bûne hebin, ew jî ev in. Jin û jiyan, mixabin bi êriş û dagirkeriyên sedan salan re bûye têkçûna civakî, jin daniye wê astê ku jiyanê ji bîr kiriye û jiyan jî kiriye dojeh. Kesayeta jinê ya herî bi heybet a di destpêka dîrokê de; ev çanda ku civak, hilberandin û xwemalîkirin veguherandiye hunerekê û xwe wek xwedawendên destpêkê derxistiye holê, îro tam veguherandine belaya serê mirovan. Beriya her tiştî divê ev were zanîn. Eger dê jiyan hebe, wê bi jinan re çêbibe û ev jî encax bi derketina azadîparêz a jinan re dikare pêk were. Ez vê wek hevokeke ji rêzê bi kar nayînim. Nexwe jiyan nabe, nexwe mirov nikare bibe mirov. Niha em dixwazin jin bi jiyan bibe. Jina bi hêz dibe, jiyan bi xwe ye.” 

 (Ji nirxandinên 1998’an)

 ‘ÇIMA EM CAREKE DIN WATEYÊ NEDINÊ’

 Li Kurdistanê jin xwediyên ewilî yên jiyanê ne. Çima em careke din wateyê nedinê, çima lê nebin xwedî? Ev encama sedan salan a civaka bûyî ‘kulfet’ e, ya rasttir jî encama mêran e. Ma çima em wan hilneweşînin? (Ji nirxandinên 27’ê Tîrmeha 1998’an)

 “Divê mirov bibe azadîxwazê jinan. Ez teşekirina jinan wek bêexlaqî dibînim. 'Xweda'bûna jinan lazim e. 'Xweda' xwewelidandin e. Jina azad mîna rojê hiltê. Peyvên Jin û Jiyan gelek watedar in. Divê jin bi hêz, azad û bi biryar bin. Jin pir pabendî min in. Ev qas pabend nebin. Jineke ji sedî sed pabendî min nabe. Jin hebûneke bi nirx e. Ji ber vê yekê peyvên Jin-Jiyan hêja ne. (Ji nirxandinên hevdîtina 18’ê Adara 2013’an)

 ‘HUN BERSIVA HERÎ SERKEFTÎ DIDIN ZILAMAN JÎ’

 Şert û mercên jiyanê yên em tê de dijîn, derbeya herî mezin a li koledariya bêsînor û kirêt a jinan e. Ji bo min jî serbilindiya rastîn e. Ya girîng ew e ku hûnê wek ferd û sazî, cewhera vê rêbaza jiyanê çawa dagirin. Li gorî min şert û formasyona we ya ku destnewerdana zilaman di asta maksîmum de pêk tîne, formula esayî (rêya veşartî) ya vî karî ye. Hûn bersiva herî serkeftî di nava wî şertî de didin zilaman jî. Hinek gelekî li ser hewcedarî û hezkirina jinan diaxivin. Lê hûn baş dizanin ku li cem wan ne cesaret û ne jî hişmendî û bedewiya ji bo evîna jina rastîn heye. Tişta jê re dibêjin hewcedarî û hezkirin, ji hestên prîmîtîf wêdetir nîn e. Lê li gel vê jî evîn pêk nayê, lê tê kuştin. Hemû pirtûkên xwedayan, ji Adem û vir ve bi çîrokên vê kuştinê tije ne. Lê divê hûn dîsa jî azad an jî hînkirin û temsîlkirina formula sêhrdar a Jin-Jiyan-Azadî bidomînin. Ez ê bi hêza xwe ya kedê û bi dilsoziya xwe rêzdariyê li şehîdên me yên qedirbilind û tevkariyê li rastiya we ya ‘jin-jiyan’bûnê bikim. (Ji nirxandinên hevdîtinên 2013’an)

 Li cem cinsê mirov volkanê jiyana mezin li qûntara çiyayên Toros-Zagrosê, li geliyên Dîcle-Firatê teqiya. Jiyana bi heybet û balkêş a li vir hilat; li Kurdistanê weke Jin û Jiyan pêk hat. Di nava hezarê salan de vê carê jiyan bi hiyerarşî û desthilatdariyên dewletan di rewşa berçav a Jin û Jiyanê de li heman mekanî hat windakirin. (Ji parazênameya, “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk)

 ‘KESÊN XWE AZAD NEKIRIBIN WÊ NIKARIBIN KESÊN DIN AZAD BIKIN’

 “Mirov dibîne di civaka Kurd de jiyan herî zêde li dora diyardeya jinê nayê hiştin û tê tinekirin. Di çandeke civakî de ku navê jin û jiyanê bi awayekî rastî dike yek (peyvên weke jin, jiyan, can, şen û cîhanê timî ji yek kokê zêde bûne û hemû jî rastiya jin û jiyanê îfade dikin), di jinê de jiyan tê tinekirin û ev jî nîşaneya sereke ye ku civakîbûn tê qedandin. Ji çandeke bingehê şaristaniyê li dora jinê daniye û rê li ber çanda xwedawendiyê vekirî tişta mayî ew e, der barê jiyana bi jinê re çavkoriyeke mezin û çilekiyeke teslîmî xerîzeyan bûyî heye.  

 Em timî dibêjin, kengî jin û jiyan ji jinbûn û jiyanbûnê derketin şert û mercên civakbûnê jî hildiweşin û ji hev de dikevin. Hêmanên em dikarin ji wan re şoreş, partiya şoreşger, pêşeng û mîllîtan bibêjin, eger vê rastiyê ji hev dernexin û bikevin ser riya azadiyê wê nikaribin bi rola xwe rabin. Kesên bi xwe bûbin girêka kor wê nikaribin girêka kor ên kesên din ji hev vekin. Ango kesên xwe azad nekiribin wê nikaribin kesên din azad bikin. Yek ji encamên girîng ên PKK û şerê gel ê şoreşgerî di vê mijarê de gihiştiyê ew e, azadî û rizgariya jinê bi analîzkirin, rizgarkirin û azadkirina diyardeya jinê dibe.”  (Ji parêznameya “Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk”)