Bi boneya Roja Navneteweyî ya Zarokan li Qamişlo şahî hat lidarxistin

Rêxistina Stêrk bi hevkariya rêxistina Nûdem, bi boneya Roja Navneteweyî ya Zarokan şahiyek ji bo zarokan li bajarê Qamişlo li dar xist.

Bi boneya Roja Navneteweyî ya Zarokan li Qamişlo şahî hat lidarxistin
Bi boneya Roja Navneteweyî ya Zarokan li Qamişlo şahî hat lidarxistin
Bi boneya Roja Navneteweyî ya Zarokan li Qamişlo şahî hat lidarxistin
Bi boneya Roja Navneteweyî ya Zarokan li Qamişlo şahî hat lidarxistin
Bi boneya Roja Navneteweyî ya Zarokan li Qamişlo şahî hat lidarxistin
Bi boneya Roja Navneteweyî ya Zarokan li Qamişlo şahî hat lidarxistin
19 mijdar, 2025   16:44
QAMIŞLO

Şahî bi dirûşmeya "Em zarok in…hemû roj ên me ne" li Bexçê Arî li bajrê Qamişlo hat lidarxistin. 

Endamên her du rêxistinan û gelek zarok û malbatên wan tev li şahiyê bûn.

Hevseroka Rêxistina Nûdem Sîham Çolî bi xêratina mêvanan kir û spasiya hemû saziyên ku piştgirî dan çalakiyê kir.

Di şahiyê de ji bo zarokan pêşbirka pirsan hat lidarxistin, paşê zarokê bi navê Bîrhat Hesen helbestek xwend û zarokê bi navê Hesen Derwîş stran pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de diyarî li zarokan hatin belevkirin.

(k(