Şehîd Xebat Tirkmen; ji bo nifşên nû rêya azadiyê vekir

Şehîd Xebat Tirkmen, bi hêz û israra xwe, duristî û wefadariya xwe navdar bû. Xwe li ser xeta fedaîtiyê bi pêş xist û ji bo ku nifşên bê rêya azadiyê temam bikin, bû pirek.

27 nîsan, 2024   03:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Şehîd Xebat Tirkmen (Mihemed Hinawî Xelef) li ser raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê koşiya. 

Şehîd Xebat li Reqayê ji dayik bûye, dayika wî Tirkmen e û bavê wî Ereb e.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqayê sala 2014`an dagir kir, malbata Xelef koçberî gundê Hemam Tirkmen ê Girê Spî bû.

Li wir, sala 2016`an Xelef hêzên azadiyê yên li Rojava nas dike û tev li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dibe. Di gelek eniyên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de bi taybet li Girê Spî, şer dike. Tev li pêngava rizgarkirinê ya Reqayê ya sala 2017`an dibe.

Xelef di nava refên QSD`ê de, ji nêz ve raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas dike, tev li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb dibe ji bo ku şiyanên xwe yên şer û di aliyê bîrdozî de xwe bi pêş bixe. Fêm kir ku ji bo ku têkoşînê bimeşîne, divê her tim asta wê mezin bike. Lewma berê xwe da çiyayên Kurdistanê ji bo ku ji berê bêtir îdeolojiya azadiyê nas bike.

Dayika şehîd Xelef Xewle El Elî got: "Her tim rûken bû. Bi hêz û israr bû. Durist, wefadar û dilsoz bû. Ji ber van taybetmendiyan, her kesî jê hez dikir. Dev ji axa xwe berneda û her tim amade bû axa xwe biparêze.”

Dema Xelef li çiya bû, navê Xebat Tirkmen wek nasnav hilbijart. Bi vî navî xwe li ser xeta giyanê fedaîtiyê mîna her têkoşerekî apoyî perwerde kir. Xebat bawer dikir ku tenê bi rêya xeta fedaîtiyê serkeftin bi dest dikeve, ji ber wê di vî alî de lêhûrbûnên xwe zêde kirin. Di heman demê de, armanc dikir ku rêgezên gerîlatiya modernîteya demokratîk nas bike. Her tim ji şer re amade bû. Fêm kiribû ku tunelên şer, kilîta serkeftinê ne. Ji ber wê, ji bo têkbirina hewldanên dagirkirinê yên dewletaTirk a dagirker ku 2022`yan li rojavayê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, cihê xwe di avakirina tunelan de girt.

Xebat Tirkmen, di gelek eniyên şer ên li dijî dewleta Tirk a dagirker de cihê xwe girt, gelek caran êrişên delweta Tirk ên li girê Amêdiyê yê Başûrê Kurdistanê têk birin. 23`yê Adarê jî şehîd Xebat bi ruhê fedaîtiyê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da û heta kêliya dawiyê bi rêgezên azadiyê bawer kir.

Bavê şehîd Xebat Tirkmen Hînawî Xelef got: "Mihemed, ji her kesî ve dihat hezkirin. Bi dilê xwe tev li QSD`ê bû piştî ku fikr û siyaseta hevalên azadiyê, wekhevî û biratiya gelan nas kirin. Ez bi têkoşîna kurê xwe ser bilind im. Ez bûm bavê şehîd, ji ber ku şehîdan ji bo ku em di nava azadî û aştiyê de bin canê xwe feda kir."

Birayê şehîd Xebat Tirkmen Omer Hinawî jî got: "Xebat fedakar bû. Ez bi wî serbilind im, ji ber ku ax û rûmeta gelê xwe parastin. Ji bo ku nifşên bê rêya azadiyê temem bikin, bû pirek."

(şx)

ANHA